Di sala 1982an de şeva 17ê Gulanê giredide 18ê Gulanê li Zindana Amedê, qawîşa 33an de meşaleyek bilind bû.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ev meşale bi bedena çar şoreşgeran ve hatibû pêxistin û qêrînek ji nav çar dîwaran derdiket û li Çiyayên Kurdistanê belav dibû:
“Ev çalakiyek e, bila kes mudaxele neke, agir geş bikin!”
Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Ali Çiçek û Mahmut Zengin… Her çar şoreşgeran li ser şopa Mazlum Doxan, li dijî îşkence û teslîmbûyînê bi vê çalakiyê ve tarîtî bi agirê bedena xwe ve belav kirin û rêka berxwedayînê ji heval û şopdarên xwe re vekirin.
Ronahiya vê meşaleyê doh li Cizîr û Sûrê, îro li Efrînê pêşiya şervanên heqîqetê ronî dike. Şopdarên van Çar Şoreşgeran li şopa Çaran bi awayekî fedaîne şer dikin û ber xwe didin. Ev îrade, ev berxwedanî jî nîşanî cihanê dide ku ti îşkence, ti tanq û top nikare vê eşqa azadî û heqîqetê têk bibe.
Gotin -agir geş bikin! Şopdarên van Çar lehengan ev weke talîmatekê jê girtin û ev agir wisa mezin kirin ku niha li çar parçeyê Kurdistanê bi awayekî pîrozane bilind dibe û welêt li ber ronahiya vî agirî azad dikin.
Her Çaran soz dabû Mazluman, Bêrîtanan, Çiyageran, ciwanan jî soz daye Çiyageran:
“Ey şehîd xwîna we erdê namîne”