Hejmara filistîniyên ku li Xezayê hatine kuştin zêde bûn. Îro berê sibehê du filistîniyên din ji aliyê hêzên ewlehî yên Îsraîlê ve hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Tendirustî ya Filistînê ku li Xezayê ye di daxuyaniya xwe de got: “Muîn Ebdulhamis es-Saiyê 58 salî û Muhammed Mazîn Uleyyanê ku bi guleyên leşkerên Îsraîlê birîndar bibûn vê sibehê canê xwe ji dest dan.”
Li gor daxuyaniya Wezareta Filistînê, bi mirina Uleyyan û Saiyê hejmara filistîniyên ku ji roja duşemê ve canê xwe ji dest didin gihîşte 64an.
Leşkerên îsraîlî roja duşemê bi guleyan êrişî filistîniyên ku ji bo veguhestina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Telavîvê bo Qudsê protesto li dar xistibûn kir, di encamê de 62 filistînî canê xwe ji dest dabûn û nêzîkî 3 hezar sivîl jî birîndar bibûn.