Di 4 mehan de li sînorê Soran 3 jin hatin kuştin û 3 jinan jî xwe şewitandin, du ji wa n jiyana xwe ji dest dan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Têkoşîna Şideta Dijî Jinan li qezaya Soran a girêdayî parêzgeha Hewlêr : di nava 4 mehên buhrî de 3ê bûyerên kuştin, 11 bûyerên êşkencekirin, bûyerek destdirêjiyê, 3 bûyerên xwe şewitandinê ku du ji wan ji ber rêjeya şewata zêde jiyana xwe ji dest dane, çêbûne.
Û hêjaye gotinê ku bi dehan jî bûyerên tundutûjiyê çêbûne.