Di her şoreşekê de dema ku mirov bixwaze azad jiyan bike yanjî daxwaza azadiyê bike li hember wê bedelekî pir buha tê dayîn.Di Rojhilata navîn de dema ku bihara gelan destpêkir li Rojavayê Kurdistanê jî di 19 tîrmeha 2012 an de şoreş dest pê kir.
QAMIŞLO – Di şoreşa Rojava de heta roja îro berxwedanî tê kirin û ji bo parastina ax,romet bedelekî pir giran bûha tê dayîn.
Şehîdên şoreşê yên ku dibin sitêrk û riya azadiyê ronî dikin.
Ji bo şehîdên şoreşê ajansa me hevdîtin bi xebatkarên Meclisa Malbatên Şehîdan û malbatên şehîdan re kirin.
Mihyedîn Hesen Bavê ş.Can Welat Endaê Meclisa Malbatê Şehîdan di destpêka axaftina xwe de got: Em bejna xwe li ber şehîdên xwe ditewînin ji ber ku bi saya van şehîdan gelek tişt li welatê me ava bûn wek komîn ,saziya malbatên şehîdan û gelek saziyên din avabûn.
Hesen axaftina xwe dewam kir û got: Pêwîste em li xwîna şehîdên xwe xwedî derkevin û bi xwîna şehîdê me welatê me azad bû, emê jî li ser şopa şehîdên xwebin , şehîd namirin her tim şehîd di Dilê medene.
Her wiha Kêfo Osman Bavê Şehîd Dicla endamê meclisa malbatên şehîdan jî axifî: Di destpêkê de em cejna 18 gulanê li Rêber APO û hemû şervanên azadiyê pîroz dikin , bi kar û xebatê em karin li xwîna van şehîdên xwe xwedî derkevin û bi saya van şehîdan em gihiştin vê roja ku em niha tê de.
Ev şehîd ne bitenê di ber miletê kurd de canê xwe feda kirine , diber hemû miletê cîhanê de ,her şehîdek felsefek ji jiyanê ye û şehîd Rêberê têkoşîna mene .
Mihemed Gedo ku bavê şehîd Adil e û 4 şervanan dine jî axifî: Me şehîd gelek dan di ber vê axa pîroz de û emê hîn jî şehîdan bidin ji ber vê axê ji dijmin rizgar bikin , em kurd û miletê siryan û ereb tev yekin û li dijî dewleta faşîsta tirk şerdikin û heya nuqtek xwîn di laşê me de heye emê şer bikin di ber vê axê de û rizgar bikin.
Dayika kurd ya bi navê Fesla Çiya dayika Ş.Reşîd jî got: Em nikarin bi tu awayî mafê şehîdên xwe bi temamî bidin wan , şehîdên me yên destpêkê Ş.Heqî, Agîd û Mezlûm bi xwîna wan ev rêk hat nexşandin û me hêza xwe ji wan girt Dayika Fesla axaftina xwe wiha dewam kir: Ciwanên û zarokên me ketin ser vê riyê û berdewam kirin, yek ji wan keça min bû ku di 1995an de şehîd bû û ez şehadeta wê li we pîroz dikim û em wekî malbatên şehîdan me soz daye ku em li ser vê rêkê berdewam bin û em dîsa soz didin ku em welatê xwe rizgar bikin.