Di çarçoveya hemleya “Berxwedan Jiyane” de ya ku ji aliyê ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)’ê ve ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrîn û tecrîda li ser Rêberê gelan Abdulah Ocelan hatiye destpêkirin li bajarokê Çil Axa daxuyaniyek hate xwendin.
Çil Axa – Bi dehan ciwan û şêneyên bajarokê Çil Axa tevlî daxuyaniya ku ji Aliyê ciwanên PYD’ê ve hat Dayîn bûn.
Daxuyanî bi zimanê kurdî û Erebî hate xwendin, Daxuyaniya bi zimanê Kurdî ji Aliyê ciwanê bi navê Mistefa Ehmed Endamê Mekteba Rêveber ya ciwanên PYD’ê ve hat xwendin.
Di Daxuyaniyê de wiha hat gotin: Di bin silogana “Berxwedan Jiyane” de em wek ciwanên PYD’ê me dest bi hemlekê kiriye.
Li her derê her kes bi vê siloganê jiyana xwe bidê berdewam kirin, ji ber ku qanûna jiyanê ji îro de şere, ji bo ku şer werê kirin berxwedanî pêwîste û bê berxwedanî jiyan nayê qebûl kirin, Ji bo wê yekê Rêber APO dibêje li kûderê jiyan hebe li wê derê parastin heye,
Daxuyanî wiha dewam dike: Di hemû rengên şerê taybet de dewleta faşîst dixwazê ku ciwanan bê hêz bikê û bin pê bikê, lê em wek ciwanên PYD’ê bi silogana “Berxwedan jiyane” bi dengê ş.mezlûm û Avêsta û hemû şehîdên kurdistanê emê ji virde dest pê bikin, daxuyaniya me îlana hemleya berxwedan jiyane ye,
Me dît ku herketê ciwanan li vir di nava lawazîkê de jiyan dike, ji bo em bibin bersiv emê bi vê daxuyaniyê dest pê bikin û hemleyê serbixin, heya ku em Efrîna delal rizgar bikin û heya azadiya Rêber APO emê dewam bikin,
Di dawiyê de serkeftin bo hemû hevalan û bijî serok APO.