Akadimiya şehîd Beşar Al-Cirêba ya erka xwe parastin dewreya xwe ya 3 mîn ya bi navê dewreya şehîd Muayed Abd Alhindî ku li Tebqa şehîd bû destpêkir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi dehan ciwanên bajarê Reqa, Tebqa û bajarok û gundên derdora wê tevlî perwerdê bûn.
Merasîma vekirina perwerdê bi deqek rêz girtin dest pêkir. Piştr axaftin hatin gotin.
Cîgerê hevserokê qomîta parastinê ya Tebqa yê Abd Alrehman Alhisên axifî: Em bi ciwanên xwe ser bilindin, Em dizanin yê ku vê axê diparêze ciwanin. Tevlîbûna we ya nav erka xwe parastin vê yeke dide diyarkirin.
Her wiha Fewaz Albêk jî axifî: Em tevlîbûna we ya Erka xwe parastin pîroz dikin.
Em di zanin ku ciwann me dikarin vê axê biparêzin, Em bi we mezin dibin û bi we berdewam dikin.
Hêjaye gotinê drewreya ku wê 45 rojan dewam bike wê ciwan têde dersen bîrdozî, siyasî û leşkerî bibin.