Hêzên Îsraîlê di satên sibehê de li Difa Rojava girt ser mala 4 ciwanên Filistînî û ew bin çav kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daxuyaniya hêza Îsraîl dibêje ku hêzên wan îro di satên sibehê de li Difa Rojava girte ser mala 4 ciwanên Filistînî û we bin çav kirin.
Li gorî daxuyaniyê sedema bin çav kirinê ku ciwanan çalakî li ser nuqteyên artêşa Îsraîl pêk anîne.
Her wiha ajansa Alquds Press ragihand ku artêşa Îsraîl li bajarê Nablis ku dikeve Bakurê Alqudis de êrîşî taxa Almexfiyê ku piraniya xwe xwendekarên zaningehê ne kir û 2 ciwanên ku nasnameya wan ne hat diyar kirin bin çav kir.
Di encama êrîşa li ser taxa Almexfiyê de şer di navbera artêşa Îsraîl û ciwanan de derket û 2 ciwan birîndar bûn.