İro delegeyên Konferansa ciwanên Rojhilata navîn Salona konferansê bi rengê ciwanan xemilandin.
SILÊMANIYÊ – Amadekariyên konferansa Ciwanan iro bi xemilandina Salona Konferansê qediyan.
Endama Komîteya amadekar Şeyma Eta di dema amadekariyê de ji ajansa me Nûçe Ciwan re axifî.
Eta da zanîn kû hemû delegeyên Konferansê gihiştine Bajarê Silêmaniyê û bi hevre bi ruheke komînal amadekariyên konferansê qedandin. Eta got’’ ev meh û nîveke em amadekariyên konferansê dikin jiber pirsgirêkên rê em mecbur man konferansê taloq bikin.
Eta axaftina xwe dewam kir û got: Bi gihiştina hemû delegeyan me amadekariyên xwe qedandin û em ji bo sibe amadene.
Eta di dawiya axaftina xwe de wiha got’’ pêwîstiya lezgîn a pêşengtiya şoreşa Rojhilata navîn heye. Em weke ciwanên Rojhilata navîn sibê riyên tekoşînê û rêbazên pêşengtiyê diyar bikin. Emê sibe bidengekî bilind bibêjin li hember faşîzm û dagirkeriyê SERÎ HILDE’’.
Hêjaye gotinê ku sibe li salona Tewar ya bajarê Silêmaniyê di bin silogana”Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên ciwanan û riyên çareseriya demokratîk” 1’e mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Nvaîn di saet 9:00an de bi tevlîbûna nêzî 400 delegeyî tê li darxistin.