Li navçeya Lîcê û Haniyê ji aliyê walitiya Amedê ji dema qedexekirinê û virde hat diyarkrin kû pevçûnên giran tên jiyan kirin.
AMED- Ji aliyê walitiya Amedê ve li navçeyên Amedê Licê û Haniyê 23 gund û 42 gundewarên din şeva burî ji demjimêr 21:00 derketina ji derve hatibû qedexekirin şûnde li navenda Apê Musa û Şehîd Navdar di navbera hêzên HPG ê YJA-Star û dewleta dagirker a Turk de pevçûn û şerek giran hat jiyan kirin.
Di şerê kû şevê bûrî hatî jiyan kirin de hat diyar kirin kû leşkerekî dewleta Turk a dagirker giran birîndar bûye.
Li gorî agahiyên kû ketine destê me piştî qedexekirina derketina ji derve şûnde li herêmê Helikopterên dewleta dagirker a Turk herêm bombebaran dike. Di heman demê de hat diyar kirin kû li navenda navçeyê jî pevçûnên giran tên jiyan kirin.