Konferansa Ciwanên Rojhilata navîn ku îro li Silêmaniyê hatibû li dar xistin bi encamnameya Konferansê bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN – 1’e mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata navîn îro li salona Tewar ya bajarê Silêmaniyê bi silogana “Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên ciwanan û riyên çareseriyê” di saet 10:00an de bi tevlibûna 300 delegeyan û 100 mêvanî hate li darxistin. Konferans di saet 18:00an de bi dawî bû.
Di dawiya konferansê de encamnameya ji 12 xalan pêk dihat, hat eşkere kirin.
Xalên di encamnameyê de hatî, konferansê wiha ne;
1. Azadiya Rêberê gelan Abdullah Ocalan ku têkoşîn ji bo azadiya ciwanan û gelên Rojhilata Navîn kiriye, were armanc girtin.
2. Desthilatdaran û dewlet ku sedemên sereke yên pirsgirêkên Rojhilata Navîn in, wê ciwanan bi xwe rêxistinkirinê li hember rawestin.
3. Ev konferans azadiya jin û jîngehparêziyê di têkoşîna xwe de bingeh digire.
4. Li dijî hemû cure êrîşên modernîteya kapîtalîzmê berxwedanê bi rê ve dibe.
5. Li hemberî saziyên herêmî û cîhanî yên neteweperest têkoşîna çalak bi rê ve dibe.
6. Li dijî hemû êrîşên biyanî yên li ser Rojhilata Navîn têkoşîna bi rêxistin bingeh digre.
7. Li ser bingehê ‘Azadiya Kurdistan, azadiya Rojhilata Navîn e, azadiya Rojhilata Navîn jî azadiya Kurdistanê ye’ berxwedanê û şoreşê bi rê ve dibe.
8. Bi hev re jiyanbûna gelan û olên Rojhilata Navîn bingeh digire.
9. Li hemberî êrîşên qirkirina çandî ku li Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê pêk tên, bi jiyana çanda û hunerî û çanda civaka demokratîk emê li hember rawestin.
10. Emê koordînasyona hevbeş ava bikin, ji bo lidarxistina konferansa ciwanên Rojhilata Navîn.
11. Parastina zaravayî Zazakî ku rastî qirkirinê hatiye.
12. Li ser navê ciwanên Rojhilata Navîn kovarek were derxistin.