Li bajarê Qamişlo hijmareke pir ji ciwan jiber rewşa malbatên xwe ya zehmet di milê aborî de di pêşesaziyê de karên ku ji bo wan zehmete dikin.
QAMIŞLO – Derbarê vê mijarê de nûçegihanê me li pêşesaziyê nerînê ciwanan girt.
Ciwanê bi navê Ahmed Mehmud got: Ez li pêşesaziyê di çihekî yê şuştina erebeyan de kar dikim ji bo ku ez bi malbata xwe re bibim alîkar. Em di kar de zehmetî dikşînin jiber ku em seharê ji saet 8:00an de heta saet 9:00 yê êvaran kar dikin.
Mehmud axaftina xwe wiha dewam dike: Ez mecbûrim zehmetiya jiyanê wek barekî li ser milê xwe rakim jibe rewşa malbata min pir zehmete.
Her wiha ciwanê bi navê Ronî Reşad Yosif jî got: Ez li vê pêşesaziyê di dukanekê jihê eletrîka erebeyan de kar dikim.
Em dema karê xwe dikin mecbûrin bi pereyên zêde erebeyên milet tamîr bikin jiber ku dema parçeyek ji erebê re lazim be em bûha dikirin ji ber wê em jî mecburin buha kar bikin û ev bandora xwe li milet jî dike.
Yosif got: Ez xwendekarekî dibistanê bûm û jiber rewşa dibistanan di destpêka şoreşê de ne baş bû mi dibistan berda, anha rewşa dibistanan baş bûye lê derfeta min tuneye ku ez vegerim xwendind xwe dewam bikim.
Ciwanê bi navê Aymen Osê jî derbarê vê mijarê de axifî: Em ji saetên sibehê de dest bi karê xwe dikin, Em di milê anîna parçeyên ereban de zehmetî dikşînin û ev bandûra xwe li ser karê me dike him jî bandûra xwe li xwediyê erebeyan dike.
Osê axafrina xwe wiha bi dawî dike: Ez tenê di malê de kar dikim jiber wê mesrefa malbatê hemî li ser milê mine.