Li Kampa Girava Mîdîlliyê ya Yûnanê ku Kurd û Ereb jî lê hene, Êrîş li ser Kurdan pêk hat û di encamê de 7 ciwanên Kurd birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî dîmenên ku li ser medya civakî hatin belav kirin, komeke penaberên Ereb êrîşî Kurdan kirin. Li gorî agahiyên ku hatin bi dest xistin di encama êrîşê de 7 ciwanên Kurd her wiha 4 kes ji êrîşkaran jî birîndar bûn.
Hate ragihandun ku sedema êrîşê penaberên Ereb dibêjin çima penaberên Kurd rojî nagirin.
Piştî bûyerê Kurd ji wê kampê derxistin û ji bû ewlehiyê birin çihekî din.