Bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Helebê di çarçoveya rêze çalakiyên 26’ê Gulanê ji bo dagirkirina Efrîn û tecrida li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan her wiha gohertina demografîk ya herêmê, ciwanan duh li Helebê meşeke meşeleyan li dar xist.
HELEB – Meşa ku ji aliyê ciwanan hatibû organîzekirin bi dehan şêniyên taxa Şêx Meqsud jî tevlî bûn. Meş ji milê Rojava yê taxa Şêx Meqsud destpêkir û ber bi qada Rêberê gelan Abdullah Ocalan ve meşiya.
Di meşê de wêneyên Rêber Ocalan,Meşele, Alên YCR’e/YJC’ê, Kongira Star û PYD’ê her wiha pankartên” Na ji bo gohertina demografîk”.” Na ji bo dagirkirina Efrîn”. ” Ciwan fedayê Rêber APO ne” hatin rakirin. Piştî meş gihişte qada Rêberê gelan Abdullah Ocalan li wir meş veguherî mîtîng. Piştî deqek rêz girtin axaftin hatin gotin. Li ser navê Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Helebê Şikrî Alo, Endamê meclisa giştî ya Partiya Sûrya Pêşeroj Bera Mehmud û Endama Kongira Star Hêvîn Silêman axifîn.
Bi giştî axaftin pilanên qirêj yên dewleta Tirk ya dagirker li ser Sûryê û bi taybet li ser Efrîn şermezar kirin. Di axaftinan de wiha jî hate gotin: Wek ku Serokatî dibêjî” Me bi ciwantî destpêkir emê bi ciwantî bi ser kevin”
Emê bi îrdeya ciwanan li dijî dagirkeriyê bi ser bikevin. Ev gohertina demografî ya ku li herêmê çêdibe pilanekî qirêje û bi hesanî li ser me nayê meşandin. Emê li berxwe bidin û bi serbikevin.
Meş bi silogana bi dawî bû.