Bi pêşengiya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Ciwanên Êzidî yên li derveyî welat rêxistinbûna xwe xurt dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Duh Yekîtiya Ciwanên Êzîdî li bajarê Ulm ê Eyaleta Baden Wurttenbergê a Elmanyayê civînek li dar xist.
Hevserokê Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) Fîkret Îgrek û Berdevkê Yekîtiya Ciwanên Êzidî Walîd Xelîl tevlî civînê bûn.
Îgrek bal kişand ser fermanên ku heta niha li civaka Êzidî rabûne û işaret bi sedemên rabûna fermanan kir. Îgrek destnîşan kir ku di serema heyî de pêwîstî bi rêxistinbûneke xurt a ciwanan heye.
Walîd Xelîl jî bal kişand ser hêzên parastina Êzîdxanê YBŞ û YJŞ’ê ku hêviya Êzîdxanê ne û got, “Ji bo xwedîderketina li hêzên xwe, ji bo Şengaleke azad, divê hemû ciwanên me bi berpirsyarî rabin. Ji bo paşeroja xwe pêwîste em tevgera xwe berfireh û bi rêxistin bikin.”
Di dawiya civînê de rêveberiyeke ji 7 kesan a Komîteya Ciwanên Êzidî ya Eyaleta Baden Wurttenbergê hate hilbijartin.