Tevgera Xwendekarên Demokrat di navbera werzên duyemîn û siyemîn yên peymangeh û zaningehan de dewreyeke perwerde ji xwendekarên zaningeha Rojava her wiha peymangeha Seydayê tîrêj re vekirin.
QAMIŞLO – Dewreya ku li akadimiya şehîd Hozan Can ya li bajarokê Çil Axa hate vekirin 24 ciwan tevlî bûn, Perwerde 7 rojan dewam dike.
Derbarê vê mijarê de ajansa me ya Nûçe Ciwan nerînên xwendekarên ku tevlî perwerdê bûne girt.
Xwendekarê zaningeha Rojava Abd Alatîf got: Piştî ku werza me ya duyemîn qediya bi pêşengtiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk em derbasî vê perwerdê bîn. Ev perwerde ji bo me pir giringr ji ber ku em ciwantiya xwe têde dibînin.
Abd Alatîf axaftina xwe wiha dewam dike: Di perwerdê de ew rihê hevaltiyê ku tê avakirin wateya jiyana azad dide nîşandan.
Basil Necarî xwendekarê ji Hesekê jî axifî: Min encamekî baş ji perwerdê girt, Tiştê ku ciwan di nava civakê de pê dihatin xapandin me naskir. Ez bang li hemî ciwanan dikim ku tevlî perwerdan bibin.
Jina ciwan ya bi navê Ronahî Yosif ya ji bajarê Dêrikê jî axifî û got ku di vê navberê de me dixwest ku em lêkolîna xwe ya ji bo rastiya ciwantiyê berdewam bikin û ev firsendek bû. Jiber wê perwerde ji bo me giringe ku di pêşerojê de ciwanan û gel bi rêxistin bikin.
Her wiha xwendekara peymangeha Seydayê Tîrêj Sitêr got: Me rastiya Serokatî, Civaka xwezayî, Ciwantî û Dîroka Jin û rol û misyona wê di nava civakê de di vê perwerdê de naskir.
Di dawiyê de xwendekara bi navê Pîroz Mihemed axifî û nerînên xwe derbarê perwerdê de wiha anî ziman: Medixwest em wextê xwe hemî di perwerdê de derbast bikin ji ber vê yekê em di navberê werzan de derbasî vê perwerdê bûn.