Pişî rizgarkirina bajarê Reqa ji aliyê Hêzên Sûrya Demokratîk ji çeteyên daîşê, sivîl vedigerin bajarê xwe û bajar tê avakirin. Hemî saziyên ji bo xizmeta gel hatine avakirin û karên xwe bê navber ji bo avakirina bajar û xizmeta gel bikin.
REQA – Derbarê vê mijarê de nûçegihanê me nerînên rêveberiyên hin saziyan girtine.
Ehmed AL-Eryan endamê meclisa qomita ji nûve avakirin a Reqa yê got: karê min girêdayî xizmetên bingehîn e, ava vexwarinê, hilweşîna elektirîkê û paqijkirina bajar. heta niha me 60 heta 70 % ji bajarê Reqa paqij kiriye.
Al Eryan daxwiyakirin ku pirogram nivisandiye bi navê pirojeya tenduristiyê û hawir dorê dema pirogramê 5 mehin ji bo vê pirsgirêkê kongirek tê li darxisti, AL-Eryan got: Reqa di şerde pir zirar dît lê anha ku di nav kolanê wê de digere tê xwiyakirin ku kedeke mezin hatî kirin.
Petul Necwan rêveberiya mala jinê ya Almeşleb jî axifî: Berê tu rola jinê tine bû ji ber ku civak hertim jin wek kolê didît, Jin ji bw xwe bi kar tanîn. Lê anha jin bûye rêveber û ew zincîra koletî şikenand û wek jin rola xwe wek hevserokatî di hemî saziyan de çihê xwe kirt her wiha çek rakir û rometa gel parast û lihember hemî terorîstan sekinî.
Ncwan axaftina xwe dewam kir û got: Jin anha xwedî îrade ye xwe bi rêxistin dike û çihê xwe di hemî saziyan de digre.
Her wiha şervanê YPG’ê yê bi navê Xalid Alhisên ku tevlî hemleya rizgarkirina Reqa bibû jî got: Me bajarê Reqa ji çeteyên Daîşê rizgar kir lê çeteya hemî bajar xirakiribû. Me pir şehîd danîn heta ku me ev bajar rizgarkir.
Her wiha Sena Mistefa Alhemud hevseroka jinê ya meclisa Reqa ya sivîl got: Dema çete di Reqa de bûn hemî polîtîqayên qirêj li ser dihatin meşandin lê niha jin ya herî pêşeng li Reqa ye.