Ji namzetên HDP’ê yên Amedê Dersim Dag got, “Em ciwan hewl didin bi fedakariyeke mezin erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN- HDP’ê di vê hilbijartinê de jî bi profîla namzetên xwe re careke din nîşan da ku partiya jin û ciwanan e. Yek ji namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê Dersim Dag e ku di rêza 9. de li Amedê hatiye nîşandan. Dag ku hê 22 salî ye.
”Bêguman tevlîbûna zêde ya ciwanan gelekî girîng e”
Dag diyar kir ku HDP partiya tevahiya civaka Tirkiyeyê ye û got, “Bêguman tevlîbûna zêde ya ciwanan gelekî girîng e. Di şert û mercên heyî de lazim e ciwan tevlî siyasetê bibin. Ev yek ji bo pêşvebirina civakê pêwîst e. Siyaset eger bêyî ciwanan bê kirin, wê bi ser nekeve.”
”Jin û ciwan hêza damezrîner a partiya me ne”
Dersim Dag destnîşan kir ku HDP partiya jin û ciwanan e û got, “Jin û ciwan hêza damezrîner a partiya me ne. Polîtîka, bername, stratejîk û taktîkên partiya me bi hesasiyeta zayendî tên meşandin. Partiyeke ciwanan e ku neçar e di çarçoveya demokratîk de bersivê bide pirsgirêkên sosyo polîtîk û aborî.”
”Hêza bingehîn a berxwedana Geziyê ciwan in”
Dag di dewama axaftina xwe de got, “Ji bilî partiyên siyasî li Kurdistan û Tirkiyeyê niha kî li ber polîtîkayên desthilatdariyê radibin? Ciwanên Kurd, ciwanên Misilman, ciwanên Laîk û ciwanên Sosyalîst. Hêza bingehîn a berxwedana Geziyê ciwan in. Hêza bingehîn a berxwedana bajaran jî ciwan in. Ciwan li ser vê axê, afirîner û rêveberên veşartî yên polîtîkayê ne. Ji bo ku ya ji me hatiye dizîn em vegerînin, ji bo em tiştên dixwazin ji bo gelên Tirkiyeyê bikin bi cih bînin, em bi fedakarî bi erk û berpirsyariya xwe radibin.”
”Ciwan cihê xwe di nava HDP’ê de bigirin”
Dag di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir: “Ez jî di nav de, nîşandana hevalên me yên ciwan ji bo namzetiya parlamenteriyê, di nava civakê de rê li ber kelecanê vekiriye. Pêşniyarê li ciwanan dikim; ên ku vîzyona xwe berfireh e û dikare civakê bi pêş ve bibe, bila tevlî siyasetê bibe. Bang li her kesên ku dixwazin pirsgirêkên jinan, ciwanan û edaletê çareser bikin, cihê xwe di nava HDP’ê de bigirin.”