Di encama Hemleya Rizgarkirina Reqayê de şervana MLKP’ê Ayşe Deniz Karacagil jiyana xwe ji dest dabû.
KOBANÊ –Ayşe Deniz Karacil ku di encama pevçûna bi DAÎŞ’ê re jiyana xwe ji dest da, di salvegera xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Di encama Hemleya Rizgarkirina Reqayê de şervana MLKP’ê Ayşe Deniz Karacagil jiyana xwe ji dest dabû. Ayşe Deniz Karacil ku di encama pevçûna bi DAÎŞ’ê re jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe ji aliyê hevalên xwe ve hat bibîranîn.
Di heman demê de Ayşe Deniz Karacagil (Destan Yoruk) wekî sembola Serîhildana Geziyê jî dihat dîtin. Gelên Kobanê jî beşdarî bîranînê bûn.
Çalakiya bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftinên ku hat kirin de têkoşîna Ayşe Deniz derket pêş.
Piştî axaftinên ku hatin kirin kulîlk li ser gora Ayşe Deniz hat danîn.
Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyan bi dawî bû.