Endamê desteya rêveber a KODAR’ê diyarkir ku yek ji babetên ku pîlangeriya li ser Rêber Ocalan têkbir, beşdar bûna ciwan û jinên ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê ya nav refên gerîla bû.
Mazlum di dewama axaftina xwe de balkêşa ser giringiya fikrê Rêber Ocalan û wiha pêde çû; “Ocalan ji bo civaka gelê Kurd û gelê azadî xwaz, fikir û felsefeya xwe ya jiyana nû û civakek nû afirandiye. Rêberek rastiye û dîrokiye. Ev fikir û îdeolojî we kir ku jin, ciwan, pîr û zarok bi hevre dibêjin ‘Bê Rêber Apo jiyan nabe.’ Rêber Apo nûnerê rast yê modernîteya demokratike. Li dijî vê yekê çi li Kurdistan be, çi jî li derve be li dijî vê sîstemê dijmin hemû bûne yek. Ji bo vê divê hemû kesên xwedî fikrê azad, li hember siyaseta ku li ser Rêber Apo û gelê Kurd tê meşandin derbikevin û hişyarbin.”
Endamê desteya rêveveber a KODAR’ê Mazlum di dewama axaftina xwe de behsa komploya navnetewî ya li dijî Rêberê gelan Abdulah Ocalan hatî kirin jî kir û got; “Yek ji babetên ku pîlangeriya li ser Ocalan têkbir, beşdar bûna ciwan û jinên ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê ya nav refên gerîla bû. Di roja me ya îro de jî di vê bi heman rihî li Rêber Apo xwedî bê derketin. Ez daxwazê ji ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dikim da ku tevlî nava refên gerîla bibin.
Herî dawî Mazlum Heften got; “Çawa ku di sala 1999’an de ciwan, jin, pîr û zarok ji Çaldiran heya Rusya hatin ser şeqamê û piştgiriya Rêber Apo kirin, divê îro jî bi heman awayî piştevaniya Rêber Apo bikin. Yaku dijminên Kurdan di sala 1999’an de nekarîn bikin, îro bi awayên cuda dixwaze bikin.”