Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke pir giran li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan dide meşandin û dixwaze di şexsê Rêber Ocalan de gelê Kurd tune bike.
QAMIŞLO – Derebarê tecrîda li ser Rêber Ocalan de me nerînê xebatkarên desteya ciwanan her wiha çand û huner yên bajarê Qamişlo girt.
Di vê çarçoveyê de Danîş Botan endamê koma Botan axifî û got: Di destpêkê de em tecrîda li ser Rêbe Ocalan Şermezar dikin û dibêjin dewleta Tirk nikare îradeya gelê Kurd bişkîne ji ber ku Kurd şagirtê Rêber APO ne.
Rêber APO em fêrkirine ku “Berxwedan Jiyane” ji ber wê jî emê li berxwe bidin. Dewleta Tirk dixwaze di şesê Rêber Ocaln de gelê Kurd tune biek, çanda me tune bike û me qir bike. Ev xeyalên wane.
Botan axaftina xwe wiha dewam kir: Gelek dewletên nav netewî destê wan di vê qompilo yê de hebû lê nekihan wê encamê ku Serokê me tine bikin. Botan axaftina xwe bi silogana”Bijî Serok APO”. “Serok dil û rihê me ye” .”Bê serok jiyan nabe” Bi dawî kir.
Xebatkara desteya ciwana Zozan Xizêm jî axifî û got: Ez wek ciwaneke Kurd ev tecrîda ku li ser Rêber APO şermezar dikim. Ev tecrîd li ser hemî gelê Kurd bû û bi teybet li ser ciwanan ji ber vê yekê pêwîste ciwan li hember vê tecrîdê dengê xwe hildin û bê deng nemînin, ji ber ku azadiya Rêber APO azadiya ciwana ye.
Her wiha endamê desteya ciwana Rênas Şemsedîn got: Ez wek ciwanekî vê tecrîda li ser Rêber APO şermezar dikim.
Pêwîste em ciwan li hember vê tecrîdê berxwedaniyê bikin ji bo em Rêberê xwe serbest bikin.
Tecrîda li ser Rêber APO tecrîda li ser hemî Kurdane û bi taybet li ser jin û ciwanan.