Di serdegirtina malan de li Enqerê ji aliyê polîsên Tirk ve 10 kes hatin girtin û yek ji wan kesan Rêvebera Rêxistina HDP’ê ya Enqerê Zeyno Bayramoglu ye.
NAVENDA NÛÇEYAN – Rêvebera Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqerê Zeyno Bayramoglu û 10 kesên din di necama serdegirtina malan de ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin.
Di çarçoveyê lêpirsîna “Li ser medya civakê propagandeya rêxistinê kirin” a ji aliyê Serdozgeriyê Komarê yê Enqerê ve hat destpêkirin, lîsteya 11 binçavkirinan heye. Di serdegirtina serê sibê de, 10 kes hatin binçavkirin û lêgerîna kesekê jî berdewam dike.
Zeyno Bayramoglu ku bi nasnameya xwe ya aktîvîst tê naskirin, di çalakiya Cerrattepe ya Artvînê de, polîsan ew defh dabû û ji ber ji bilindiyê ketibû xwarê her du piyên wê zirarek mezin dîtibûn. Bayramoglu ya pirsgirêka bimeşe dijî, hîna jî tê dermankirin.