Navenda Ragîhandinê YPG’ê derbarê çalakiyên şervanên YPG’ê ên li Efrînê daxuyanî da û diyar kir ku hêzên wan di rojên 30 û 31’ê gulanê de derbeyên giran li dagirkeran dan. Di çalakiyên şervanên YPG’ê de hejmarek zêde ya leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û birîndarkirin. Her wiha sê şervanên YPG’ê jî şehîd bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya YPG’ê ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin wihaye:
“Di çarçoveya pêngava duyemîn a berxwedana serdemê de, hêzên me bi çalakiyên bibandor derbên giran li çeteyên dewleta Tirk a dagirker dixin.
Di vê çarçoveyê de şervanên me di dîroka navbera 30-31’ê Gulanê de bi du çalakiyan girtin ser baragehên çete û leşkerên dewleta dagirker û gelek kuştî û birîndar ên çeteyan çêbûn.
Di çalakiya li gundê Qurtqulaqê yê girêdayî navçeya Şera ku tîmek ji şervanên me şeva 30’ê Gulanê de li dijî barageheke leşkerên Tirk lidar xistin de, gelek kuştiyên dijmin çêbûn, 2 ji wan bi çav hatin tespît kirin.
Hêzên me 31’ê Gulanê di saet 3’yan an de li dijî barageheke çeteyan li derdora gundê Meryemînê yê ku 7 kîlometre dikeve rojhilatê navenda bajarê Efrînê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya ku veguherî şerekî giran û nêzî 45 deqeyan dirêj kir de hejmareke mezin ji leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û birîndar kirin.
Çalakiyên ku gundê Qurtqulaqê û Meryemînê de hatin lidar xistin de 3 şervanên me bi lehengî heta guleya xwe ya dawî şer kirin û gihiştin şehadetê. Wê nasnameyên her sê şehîdên me di demên pêş de werin parvekirin.