35 sal berî niha 02.06.1983 an li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê 59 ciwanên kurd ku ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatibûn girtin hatin gulebaran kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Beriya 35 salan hikûmeta Îranê li dijî Tevgera kurd şer dabû destpê kirin û heman demê de gelek zanko hatibûn daxistin. Di piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê de ciwanên şoreşger hatin girtin û di dadgehan de hukmê darve kirinê ji wan re hate dayîn an jî cezayê zîndana heta hetayî ji wan re hat dayîn.
Li bajarê Mihabadê jî wê demê 59 ciwanên şoreşger girtin û ew piştre darve kirin.
Li gor çavkaniyên mafê mirov heta niha, piştî 35 sal ser bûyerê re derbasbûn, zanyariyên bi hûrgilî li ser cîhê veşartina wan ciwanan û çawaniya gulebarana wan tineye û navendên Mafê Mirov jî di vê derbarê de bêxem tevgeryane.
Beşek ji wan ciwanan endam û alîgirên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bûn, beşek ji wan jî bê belge û bê ku tometek li ser wan hebe hatibûn girtin û hatin gulebaran kirin.