Selahattîn Demîrtaş derbarê rewşa niha de li ser medya ya sosyal peyam dan. Demîrtaş got: Ji bo ku di 24’ê Hezîranê de bi serbikevin min girtî dihêlin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê û namzetê wê ji bo hilbijartinên serok komariya Tirkiyê Selahattîn Demîrtaş ku anha di Girtîgeha Edîrnê de ye li ser medya sosyal peyam dan.
Peymanên Demîrtaş wiha ne:
“Referandûma 16’ê Nîsanê, bi hepskirina me, bi komplo û dek û dolaban bi ser xistin. Niha jî, ji bo ku 24’ê Hezîranê bi ser bikevin min girtî dihêlin. Ji bo vê jî, Dadgeha Bilind jî di nav de, li ser hemû dadgehan zextê dikin.
Hin dadgerên ku li dosyaya min dinerin, li ber sedema zextan hatin ber îstîfakirinê, jê wêdetir hatin ber asta xwekuştinê. Li gel her tiştî, ez dizanim ku gelek dadgehên birûmet û wêrek hene.
Ev pergala zilm û zordariyê 24’ê Hezîranê wê biqede. Wê hiqûq û serxwebûna darazê were pêkanîn, dadger û yên ku têne darizandin jî wê bibin mîsogeriya darazê. Tenê 1 dengî bidin HDP’ê û 1 dengî bidin Demîrtaş.
Teqez bû ku AKP wê di hilbijartinê de bi ser nekeve. Sedema ku bi rengekî bêhtir êrîşkar bi ser min de tenê ev e. Şîrketên ankêtê yên alîgir jî nikarin vê rewşê xilas bikin.
Her kes bila ji rêveberiyeke nû û siberojeke demokratîk re hazir be. Her wiha, ji vê saetê û şûn de bila kes di ber AKP’ê de sûc û gunehan neke, wê tenê malikê li xwe xira bike.
Heke HDP bendê derbas bike wê Tirkiye hilmekê bistîne. Ez bawer dikim ku di hilbijartina Serokkomariyê de bimînim tûra duyan. Tûra duyan e mê tifaqa herî mezin a demokrasiye ava bikin û em ê bi alternatîfeke xurt werin ber gelê xwe. Ev tifaq wê ji Tifaqa Millî berfirehtir be. Teqez em ê vê bi ser bixin.’’