Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên YPG’ê ku di navbera dîrokên 30-31’ê Gulanê de li Efrinê şehîd bûbûn, eşkere kir. YPG’ê sersaxî ji malbatên şehîd û gelê Kurd re xwest.
Di daxuyaniyê de ev agahî hate parve kirin;
“Di dîrokên 30 û 31’ê Gulana 2018’an de hêzên me li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker yên li gundê Meryemînê ya navenda Efrînê û gundê Qûrtqûlaqê ya navçeya Şera du çalakiyên bibandor pêk anîbûn. Di encama herdû çalakiyan de şereke giran rû da û bi demjimêran dom kir
Di şerê li herêmê de bi qasî hate tespîtkirin 2 leşker û çeteyên artêşa dagirker hatibûn kuştin, 3 rêhevalên me jî piştî şerekî lehengî şehîd bûn. Em sersaxî ji malbatên şehîd û gelê Kurd re dixwazin û soza domandina rêya şehîdan heta rizgarkirina tevayî xaka Efrînê didin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye;
Nasnav: Bendewar Bêkes
Nav û Paşnav: Şerzad Mewo
Navê Dayikê: Stêrê
Navê Bav: Bezan
Cihê Ji Dayikbûnê: Dirbêsiyê
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Gundê Meryemînê / 31’ê Gulana 2018’an
***
Nasnav: Hesen Peyanis
Nav û Paşnav: Recep Kaçar
Navê Dayikê: Cevahîr
Navê Bav: Mustafa
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Gundê Meryemînê / 31’ê Gulana 2018’an
***
Nasnav: Kendal Hawar
Nav û Paşnav: Ehmed Hesen
Navê Dayikê: Bes
Navê Bav: Nasir
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şera – Gundê Qurtqulaqê / 31’ê Gulana 2018’an