Di çarçoveya rêze civînên ciwanên bajarê Reqayê û Gundên derdura wê de ku amadekariyê li dar xistina konferanseke ciwanan di demê pêşde dikin îro li navenda meclisa gel ya gundê Asadiyê civînek ji ciwanan re hate li dar xistin.
REQA – Di civînê de endamên meclisa gel ya Asediyê, endamên şaredariyê û bi dehan ciwanên gundewarên Reqayê hazir bûn.
Civîn bi deqeke rêz girtin destpêkir. Piştre Rêveberiya ciwanan li Reqa Adil Alî axifî:
Alî di destpêka axaftina xwe de rewşa siyasî ya giştî û bi taybet ya Reqa jî ji ciwanan re nirxand.
Alî di dewamiya axaftina xwe de ji ciwanan re da diyar kirin ku pirojeyên wan yên pir giring ji bo ciwanan hene.
Adil Alî axaftina xwe bi dawî kir û got ku me pir şehîd ji bo rizgarkirina Reqa dan ji ber vê yekê pêwîdte em li van hevalên şehîd xwedî derkevin. Alî di dawiyê de axaftina Rêber Ocalan ya ku dibêje “Me bi ciwantî dest pêkir û emê bi ciwantî bi serbikevin” got.