Di encama konferansekê de ku di 31-3-2017an de hate li darxistin biryara avakirina Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê hate girtin. Encama avakirina kordînasyonê yekîtiya ciwanan her wiha gelê Kurd bû.
QAMIŞLO – Derbarê sedema avakirina Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojava û kar û xebatê ku ji destpêka avakirina wê de hatiye kirin ajansa me ya Nûçe Ciwan nerînên endamên kordînasyonê girt.
Abd AL-Xenî Omer berdevkê kordînasyona ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistan axifî û got: Di encama zêdey salekê ji avakirina kordînasyonê mebesta me yekîtiya gelê Kurd bû, yekîtiya hêza Kurd bû ku kongreke netewî bê li dar xistin û em weke ciwan di vê bîr û baueriyê de ne.
Omer axaftina xwe wiha dewam kir: Ev demeke dîrokî ye û dibe ku bi sedê salan dûbare nebe, ji ber vê yekê pêwîste em qezencên siyasî bikin her wiha tiştên ku hatine qezenckirin werin parastin.
Omer got: Pêwîstiya me bi hêzên derve nîne pêwîstiya me bi yekîtiya netewî hebû. Me wek ciwanên 18 partî û 5 rêxistinan xwest ku piştgirî bidin şoreşa Rojava û yekîtiya netewî li pêş bixin.
Her wiha jina ciwan ya bi navê Bûseyna Gelo endama kordînasyonê got: Mebesta me ku em yekîtiya netewî ava bikin û hemî partiyan bînin gel hev û bi rih û canê xwe xebat bikin.
Endamê bi navê Kîm Emîn jî axifî û got: Armaca me ya yekemîn ji avakirina kordînasyonê yekîtiya netewî her wiha yekîtiya ciwanan li ser asta her çar perçên Kurdistanê bû. Piştî zêdeyî salekê ji karê kordînasyonê me têkiliyên xwe bi gelek ciwanan re daye avakirin û bi taybet di Bakur û Başûr de her wiha bi hemî aliyên din re têkilî tên meşandin.
Emîn rola ciwanan û bi taybet kordînasyona ciwanên Kurd di berxwedana sedemê de da nîşandan û got: Di dema Berxwedana Efrînê de me civîneke berfireh li dar xist û Efrîn bû rojeva me ya esasî, ji bo vê yekê me platforma seferberiyê îlan kir û ji bo wê pir kar û xebat hate kirin û di encama wê de pir ciwan tevlî berxwedanê bûn.
Kîm Emîn di dawiya axaftina xwe de da diyar kirin ku pilansaziyên kordînasyona ciwanan ji bo demên pêş heye.