Li bajarên Swêdê û Almanyayê ji bo boykotkirina Tirkiyeyê ciwanên Kurd çalakî li dar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Kurd li bajarên Stockholm, Malmo û Gavle yên Swêdê ji bo boykotkirina Tirkiyeyê kolanên van bajaran bi afîşan xemilandin. Li bajarê Gavleyê, li pireke pankarteke mezin ku li ser nivîsandiye”Tirkiyeyê boykot bikin” hate daliqandin.
Di afîşan de daxwaza boykotkirina Tirkiyeyê tê kirin û ji mirovên dixwazin ji bo bêhnvedanê biçin Tirkiyeyê tê xwestin ku biryara xwe biguherînin.
Di vê çarçoveyê de Endama Jinên Ciwanên Azad Hêlîn Amed diyar kir ku gelê Swêdê ji AKP û Erdogan gelekî nerazî ye û bi çalakiyên xwe re dixwazin vê nerazîbûnê zêde bikin. Amed got, wê çalakiyên xwe yên banga ji bo boykotê berfireh bikin.
Her wiha Li bajarên Korbach û Bad Arolsen ên Elmanyayê, bi wesîleya salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê û ji bo şermezarkirina qedexeya li ser alên YPG/YPJ’ê, ciwanan afîş daliqandin.