Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dema rêveberên HDP’ê alayên HDP’ê li avahiya partiyê ya bajarê Bûloyê daldiqandin, komek faşîst êrîşî wan kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Bûoyê dema ku rêveberên HDP’ê alên partiya xwe li pêşiya avahiya bajêr dadilqandin rastî êrîşekê hatin, Midûrê Şaxa Ewlehiyê ya Bolûyê destûr neda û got: “Eger hûn li vir alayan daliqînin ez ê binçav bikim. Her wiha tiştek biqewime, ez jê neberpirsiyarim.”
Piştî van gotinên polîsa, komeke nêzî sed kesî, alayên HDP’ê şewitandin. Koma êrîşkar nahêle rêveberên partiyên yên navçe û bajêr ji avahiya partiyê derkevin. Ji ber ku polîs mudaxile nake, rageşî didome.
Her wiha rêxistina bajêr a HDP’a Bolûyê jî di vê der barê de daxuyanî da û diyar kir ku êrîşkar di leha îktîdarê û serokomar de dirûşmeyan berz dikin.