NAVENDA NÛÇEYAN – Ez wexta hewl didim xwe li dijî sîstema kapîtalîzmê biparêzim yek ji karên pêşî divê ez bikim ew e ku divê ez xwe ji format û qalibên wê yên zêhnî rizgar bikim. Çawa ku di Îslamiyetê de mirov dest bi her karekî dike ‘Bismillah’ dibêje, kapîtalîzm bi xwe jî muqedesatên wê yên bi heman rengî hene. Madem em dixwazin ji kapîtalîzmê rizgar bibin, divê berê pêşî em dua wê ya niyetê qebûl nekin û red bikin. Di serê muqedesatên wê de jî ‘rêbaza zanistî’ tê. Ya em qala wê dikin exlaqê azadiyê û etîka wê nîne ku di parzûnkê jiyana civakî re derbasbûye û mirov bê wê nikare bimîne. Berevajî, ew çanda maddî û manewî ye ku rê li ber rizîn û belavbûna civakê vedike û ew zêhniyeta jiyana koledar a herî pêşketî ye.
Ez wexta hewl bidim xwe ji vê xilas bikim, bêguman wê argumanê min ji MIN bi xwe zêdetir tiştekî din nebe. Descartes bi felsefeya xwe ya bêyî ku haya wî jê hebe pê xizmet ji kapîtalîzmê re kir, ji her tiştî guman dikir, lê yê tenê jê guman nedikir ew bi xwe mabû. Gelo diviya ji xwe jî gumanê bikira? Pirsa girîngtir ew bû ka çawa ketibû wê rewşê? Em dizanin ku di dîrokê de çend kesayetên rewşa wan dişibe ya Descartes hene. Rahibên Sumeran ên xwedê çêkirin, gumana zêde ya pêxember Brahîm der barê xwedê de, mînaka herî dawî jî serhatiya Hz. Muhammed a der barê xwedê de û septîsîzma (gumankarî) Îonya ji wan mînakan in ku divê mirov bîne bîra xwe. Di van qonaxên dîrokî de zêhniyetên berê yên her kes ketiye navê û divê bêne redkirin, xwedî wan xisletan e ku dikarin civakê hûrûkûr biguherin û şikil bidinê. Qet nebe paradîgmayên bingehîn pêk tînin. Zêhniyeteke bi kok ku mirov dikare jêre avahiya îdeolojîk jî bibêje, li hemberî şêwazê jiyaneke nû zîl û geş dide, dikeve kêmasiyan û gumana wê ji ber vê yekê ye. Ji bo jiyaneke nû jî qalibên zêhniyetê gelekî zehmet in, û gavavêtinên bi kok yên kesayetiyê jêre hewce dikin. Çi gavavêtineke pêxemberwarî be, çi qonaxeke fîlozofî be, çi jî keşfeke zanistî be, ya rastî hemû jî li bersiva heman pêdiviyê digerin. Qalibên zêhniyeta nû ku bêyî wan nabe, ji bo jiyana nû wê çawa bêne danîn? Gumankariya dijwar xisleta vê qonaxa navberê ye.
Di sedsala 16. de li mekanê ku ji mezinbûneke mayînde ya kapîtalîzmê re dergûşî kir ango hema hema li Hollandaya îro, li jiyanên balkêş ên mîna Descartes, Spînoza û Erasmûs şopên bi vî rengî yên qonaxên dîrokî hene. Dîroka jiyana min li salên 1950î dest pê dike. Di van salan de kapîtalîzm di pêngava xwe ya global de derketiye asta herî bilind. Li mekanê min jî bermahiyên qalibên zêhnî yên reh û rîşên xwe digihên serdema neolîtîkê hene û em li erdên xam ên Kevana Bi Bereket ên li sîstema çiyayên Toros-Zagrosê li jorê Mezopotamyayê dimînin. Li qûntara van çiyayan şoreşa gund û cotkariyê çêbû, û şaristanî derket. Ji van qadên bingehîn neolîtîk derbas bû û bi heybet qurbanî hatin dayîn. Li nêzî Ûrfayê beriya 12 hezar salan mînakên vê yekê kulta perestgehê ya bi kevirên mezin ên tîk dor lê hatiye girtin e.
Wexta ez dibêjim ‘ji ber ku notirvanên sîstema kapîtalîst bi awayekî pirr sîstematîk ji şêweyê Zeus Prometheus li zinarên Kafkasan girêda gelekî xirabtir ez li girava Îmraliyê mehkûm kirim, li ser min ferz e ku ez bi xwe dijberiya xwe ya sîstemê ji hev derxînim‘, bêyî ku ez van rastiyên dîrokî bînim bîra xwe û ez wan ji nû ve ji hev derxînim, wê haya me ji maneyê nebe. Eger ez herim û werim bela xwe li Tirkiyê bidim wê ti cudahiya xwe ji conegayê Spanî yê êrişî rengê sor dike nemîne. Bêguman li vir rola Tirkiyê pê radibe ketiye asta matedorekî. Lewra ev rol danê. Jê dixwazin ku vê rolê timî baş û kêrhatî bi cih bîne. Lê ya divê ez jî bikim ew e ku ez vê lîstika hov a qralan û xwediyên wê yên rastî tevî rastiya jiyana wan hemûyî bi nav bikim.
Ji bo em nekevin şaşiyek e ku pirraniya civakê pê dixape, divê em bi awayekî girîng mînaka Karl Marks li ber çavan bigirin. Marks yek ji wan kesên li rêza pêş e ku dixwest kapîtalîzmê ji hev derxîne û ji wê xilas bibe ku ji vê hîç guman nayê kirin. Lê bi giştî tê qebûlkirin ku guhertinên mezin ên civakî yên ji wî îlham girtine, tê zanîn ku nikarîbûne ji xizmetkariya kapîtalîzmê bibihurin. Di vê çarçoveyê de ez ê nebim Marksîstekî ehmeq û mirîd.
Wexta ku ez nasnameya xwe bi nav bikim, parametreyên bingehîn ên ez ê bi wan tevbigerim hêjayî fêhmkirinê ne. Ew çi ne? Jiyana mirov hînbûyî û bermahiyên zêhniyeta neolîtîkê û derbasbûna neolîtîkê, kulta dewletê û hiyarerşiyên desthilatdariyê yên xwe dispêrin şaristaniya bajêr û herî dawî jî rastiyên lîstika kapîtalîzmê ku di ti dema dîrokê de bi vê mezinahiyê nehatiye dîtin.
Divê mirov behsa qatên hînê jêr jî bike: xisletên mirov ji nifş û cinsên din cihê dike. Ji bo jiyanê çi hêsan dikin û çi dixin rîskê.
Wexta ez van hevokan datînim, haya min ji cihê min ê di nava sînorên rewabûnê yên kapîtalîzmê de heye. Ez nikarim înkar bikim ku ez xwe dispêrimê an jî pê dibim Prometeus. Ez her diponijm, ez bêhtir hay ji hêza xwe û maneya têde dibim.
Eger em bi mînakên têne zanîn rabin, em ê bibêjin; li ber deriyê desthilatdariya Sasanî Manî, li ber deriyên desthilatdariya Îslamîst Îmam Husên, Hellacê Mensûr, li aliyekî Suhreverdî û li aliyê din rêûresma Îsa bi sedan ezîz û ezîz e, her weha qurbanên desthilatdariyê yên rêûresma Bûda ji hovîtiya wê reviyan, yên di nava agirê engîzîsyona dêrê re derbasbûn û hovîtiyên kapîtalîzmê yên di asta qirkirinê de, tespîtên nivîskî ne ku mînakên zêde beloq û darî çav in. Xisletên hevpar ên van mînakên sereke ew in ku ji bo hayjêbûna jiyanê bi israr bûn. Nedixwestin li perdeya ku di navbera wan û jiyanê de dihat danîn bialiqin. Gunehê wan ê bi tenê jî ev bû.
Eger dualîteya jiyanê û mirinê di cihekî de hatibe asêkirin, sedema vê ji sedî sed civakî ye. Ya rastî, ne mirineke weke tê gotin li ber me tê danîn heye, ne jî jiyaneke timî reklama wê tê kirin têkiliya xwe bi jiyanê re heye. Divê em rastiya xwe ya jiyanê ku kirine mîna sîmulasyonê (divê weke teqlîda mekanîk a jiyanê were fêhmkirin) fêhm bikin. Hema hinekî jî rêz û hurmeta mirov ji jiyanê re hebe, hewce dike mirov ji vê toqa lanetê ya her li dora xwe dizîvire û xwe dubare dike, xwe rizgar bike.
Ez gihiştim şêst saliya xwe. Min hînê jî meraqên xwe yên beriya dibistana seretayî nebihurandine. Ez hînê jî li sînorê wan im. Ez nikarim di nava sînorên rewabûna kapîtalîzmê de mezin bibim. Mîna ku di nava wan sînoran de ji bilî jiyaneke sextekar û bejinbohstî pêve jiyaneke din nîne. Yan jî bi tevahî sîmulasyon, sextekarî, bejinbohstî, xapandin, bêwicdantî, krêtî û cahiltî ye. Lê divê mirov jiyanê di ser her nirxî re payeberz bigire. Ya esas divê mirov wezîfeya wê fêhm bike. Mirov fêhm bike dikare bijî. Mirov dijî ji bo fêhm bike. Ez yeqîn nakim ku şîroveyeke din a kozmosê hebe. Herçiqas zehmet be ku maneya mutleq di warê pêkhatinê de nêzî nemumkiniyê be jî ez li ser a xwe me ku ya jiyanê dimeşîne rastî bi xwe ye. Ti hêz bi qasî hêza maneyê bi hêz nîne yan jî li hemberî maneyê ji xwenîşandanên sexte û pêve tiştekî din nînin.
Ez dîsa divê li xwe vegerim. Ev qaşo parametreyên jiyanê, yên min hewl da wan diyar bikim hem nikarîbûn bersivê bidin meraqên min ê jiyanê, hem jî sedemên bingehîn bûn ku ez bikevim şik û gumanên hûrûkûr. Ez ne tenê gumanê dikim, dilê min jî ji wan dixele.
Kengî parastina maneya jiyanê biqede yan jî bê manetî weke maneyê were pêşkêşkirin, bûyerên bi kansêr wê pêşî li wan neyê girtin. Sedema vê yekê jî ji sedî sed civakî ye. Kansêr nexweşiyeke civakî ye ku ev rastiyeke ji rêzê ya antropolojiyê ye. Kengî maddeya kor an jî bê manetiyê zêde dor li şaneyê girtin êdî kansêrbûyîn destpê dike.
Yên li min dipirsin hin pirsên wan hene. Ji bo ez bersivê bidim wan divê ez hin xusûsan diyar û destnîşan bikim. Ji ber hurmeta min a ji wan re divê ez vê bikim. Wexta min dest bi nivîsandina van hevokan dikir, heyeta rêveber a herî jor a Komara Tirkiyê û heyeta herî jor a sîstema kapîtalîzmê rêveberiya hêza hegemon a DYE’yê digotin ‘Em DYE, hukûmetên Tirkî û Iraqê PKKê dijminê hevpar îlan dikin.’ Li gorî ezmûn û tecrûbeyên xwe diviyabû min ev ‘îlankirina PKKê weke dijminê hevpar’ di çarçoveya maneya cih û dema xwe de hûrûkûr fêhm bikira. Bi vê ravekirinê dixwazim vê bibêjim: şêweyê jiyana kapîtalîst li gorî min nîne. Ez nikarim nebêjim ku hin caran dilê xwe nabijînimê. Lê der barê şêweyê vê jiyanê de bi temamî haya min ji min heye ku şensê min ê serketinê tineye. Haya min ji min heye ku ez nikarim bibim ew ‘zir mêrekî’ berê hatiye qebûlkirin. Mirov dikare bibêje; li gorî sîstemê rewşa ez têde me, rewşeke welê ye, dikarin pê bikenin. Lê ez sîstemê xeternak, xwînrij, zordest û mêtinkar dibînim. Di hebûna van diyardeyan de jiyan bi temamî krêt e, dilê mirov dixelîne û di jiyana min a fîlozofîk de ev parametreyên min ên dijber an jî paradîgma ye. Ez ê xwe qet mezin nîşan nedim. Lê weke mirovekî mafê xweparastinê, hem weke nîşaneya bingehîn a hebûna jiyanê ye, hem jî li hemberî kesên îdîaya wan a jiyana civakî heye, wezîfeya min a bingehîn a exlaqî ye. Ez welatîbûna desthilatdarî sînorê wê destnîşan dikin manedar nabînim, lê eger em ê behsa welatîbûneke divê mirov ciddî bibîne bikin, weke hewcedariya exlaqê ez behsa wî dikim, ez ê li hemberî wê jî xwe wezîfedar bibînim. Pirsgirêk jiyîn an jî nejiyîn nîne, ya girîng divê mirov zanibe rast bijî; her çiqas em nikaribin rast bijîn jî ya girîngtir ew e ku em ji gera li wê negerin, rêwiyên rêya wê bin.
Di dîrokê de bi qasî ku hîç nebûye, di sîstema kapîtalîst de gotin û çalakî ji hev qut in, û ji vê jî wêdetir xiyanet û bêbextiyeke mezin heye. Mîna ku gotin timî çalakiyê çewt bikin hene. Çalakî bi qasî ku hîç nebûye di bendîtiya sîstema hegemonîk de mîna amûrekî mekanîk kirine xwediyê rol û ristê.
Eger mirov xwezaya kapîtalîzma ku ketiye qonaxa împaratoriya global, ji hev dernexîne, form û bernameyên der barê jiyana azad de yên mirov li ser wan difikirin, dikarin ji rê derxînin û ev yek ji gelek mînakên dîrokî tê fêhmkirin. Her gotina bê gotin, her çalakiya bê kirin, ango her teorî û pratîk li qada raqibê xwe nikare rolekê bide xwe. Herî kêm çarsed sal in, modernîteya kapîtalîst bi rêûresmekê ketiye rewşeke hegemonîk û li dijî kirin û têgînên wê yên ji dînekî herî fanatîk bûye kultek, mirov bi helwestên pêxemberî, ewliyayî û Bûdîstîk ranebe, wê her mîna ehmeqekî aşê sîstemê digerîne bimîne.
(Sibe berdewam dike).