NAVENDA NÛÇEYAN – Dema ku mirov nikaribe tiştekî bi ser bixe yanjî hêza xwe ya çareseriyê tunebe gotinên berovajî dibêje, Bi dengekî zirtole û ne rast diaxife.
Gotineke Kurdî heye ji van kesên wisa re dibêje”Qimaş ne ji kîs teye biçirêne”.
Gotinek din jî heye dibêje” Heta ku restî li çaroxa xwe geriya derew ji Bexda gihişt Stanbolê”.
Ev jî halê Erdogan e di piropoganda hilbijartinên serok komariya Tirkiyayê de. Heft û heyşt lê dixe, wadan bi darewan dide û qoretî bûye taybetmendiyek wî. Zindî derewan dike û hinek hene van derewam bawer dikin, ji xwe Erdogan jî bi van derewan di mile siyasî de xwe serkeftî dibîne.
Dibêje pirsgirêka Kurdan û Tirkiyê tûne ye! Gelo ew ciwanên ku li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Efrînê hatin qetilkirin bi deste kê bûn.
Ez pirs bikim? Gelo ciwan yanjî gele Kurd li Tirkiyê dikarin bi zimanê xwe bixwynin yanjî bi axifin.
Bi çi zimanî Erdogan van derewan dike. Ev ciwanên ku her roj têne binçavkirin tenê jiber ku ciwanên Kurdin ma ne bi deste Erdoganê derewkare.
Ev çi siyasete ku Erdogan dimeşîne? Ez bêjim: Ev tenê ji bo qezenckirina dengane, ev siyaseta feneka ye.
Ev siyaset ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê ye, ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên ciwanên ku her roj di polîtîqa qirêj ya Tirkiyê de têne helandin . Ev ne siyaseta yekî xwedî exlaqê hemdemî ye. Ev siyaseta roviya ye.
Lê rovî nizane ku dem ne dema berê ye. Ev dem dema pêşengtiya ciwana ye û ticarî şêr xwe ji rovî re natewîne.