Namzetên ciwan û Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), çûn serdana malbata Berkîn Elvan. ciwana got: “Êşên me yên hevpar me tînin gel hev. Em hatin ji êşên we hêzê bigirin”.
NAVENDA NÛÇEYAN – Namzetên ciwan ên HDP’ê yên parlementeriyê Ozan Ozgenler, Ridvan Ozturk û Emre Sarigul jî di şandeya serdanê de cih girtin.
Namzetê HDP’ê Emre Sarigul anî ziman ku HDP ji nava mûxalifên civakî derketiye û wiha bilêv kir: “Em ji bo deng ji we bixwazin nehatine vê derê. Em hatin ji êşên we hêz bigirin. Me xwest em li çavên dayîk û bav ên xwe mêze bikin û hêz bigirin. Li Enqerê, Pirsûsê û li gel cihên din me zarokên xwe winda kirin. Ji xwe êşên me yên hevpar me tînin gel hev”.