Namzetên HDP’ê xwendekarên zanîngehê, anîn ziman ku ew talibê dengên hemû ciwana ne û gotin: “Werin em bi hev re biguherînin. Werin em bi hev re vê têkoşînê hilgirin û em hêza ciwanan nîşanî serdestan bidin”.
Li gorî partiyên din herî zêde HDP ciwan kirine namzet. Ji van namzetan 8 jê li Stenbolê hatine nîşandan. Namzetên ciwan bang li ciwanan kirin û gotin: “Werin em bi hev re biguherînin.”
HEM XWENDEKAR HEM JÎ NAMZET E
Namzeta HDP’ê ya Stenbolê xwendekara Zanîngeha Marmarayê Şehrîban Alkiş a 24 salî got: “Ji bo daxwazên ciwanan, xwendekarên zanîngehan û jinên ciwan bi riya hilbijartinê veguhêzînim kuçe û qadan bûm namzet.” Alkiş, bilêv kir ku li welat partiya herî ciwan HDP ye û got: “HDP, xwedî li têkoşîn û daxwazên ciwanan derdikeve û hemû cudahiyan dihebîne. Loma bûm namzet.”
‘EM PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN’
Alkiş, bal kişand ser nifûsê Stenbolê yê ciwan û got: “Ciwanên li Stenbolê dizanin ku divê div ê pêvajoyê de HDP xurt bibe. Em dibêjin dengek ji bo HDP’ê, dengek ji bo Demirtaş. Em ê pirsgirêkên ciwanan çareser bikin. Dê girseyeke mezin a ciwanan, cara ewil di vê hilbijartinê de dengê xwe bi kar bîne. Dê ew jî wekî ciwanên Tirkiyeyê temasî pirsgirêkên Tirkiyeyê bikin. Li hemberî van polîtîkayên ku ciwan û jinan tune dihesibînin em dixwazin dengê xwe bi kar bînin.”
XWENDEKARÊ LÎSANSA BILIND Û NAMZET
Namzetê HDP’ê yê Stenbolê xwendekarê Zanîngeha Marmarayê Ridvan Ozturk, ku niha li di Beşa Rojnamevaniyê de lisansa bilind dixwîne, ji roja ku Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hatiye avakirin di nav de cih girt, niha di nav xebatên ciwanan ên HDP’ê de dixebite. Ozturk, bilêv kir ku tekane partiya ku ji bo azadiya jin û ciwanan têdikoşe HDP ye û got: “Li Tirkiyeyê ji 40 salî zêdetir e şer heye. Tenê bi bernameya HDP’ê ancax dawî li vî şerî bê. Em wisa difikirin ku ciwan ancax bi bernameya HDP’ê dikarin ji vê pergala dagirker xelas bibin.” Ozturk, diyar kir ku hilbijêrên ciwan ku dê di 24’ê Hezîranê de cara ewil deng bi kar bînin, bi polîtîkayên îktîdara AKP’ê mezin bûne û got: “Bi rejîmeke faşist mezin bû. Jixwe ev ciwan vê îktîdarê red dikin. Jixwe şert û mercên civakiyî yên heyî û vê pergala dagirker red dikin. Em wekî potansiyela dengan li ciwanan nanêrin. Em ciwanan wekî xwediyê vê jiyanê dibînin. Em bawer dikin ku tenê dê bi ciwanan bê guhertin.”
‘WERIN EM BI HEV RE BIGUHERÎNIN’
Ozturk bang li ciwanan kir û got: “HDP pêşeroja vî welatî ye. Em tenê siyasetê bi rê ve nabin. Werin em bi hev re biguherînin. Em nabêjin em ê bikin, lê belê em dibêjin em dikarin bi hev re bikin. Ji Behra Reş heta Botan û Egeyê eger em temasî hev bikin, eger em hevdu nas bikin em dikarin pergalê biguherînin. Meclîsên ciwanan ên HDP’ê cihê hemû kesan e ku bi awayekî wekhev tên tesmîlkirin. Werin em bi hev re biguherînin. Werin em bi hev re vê têkoşînê hilgirin û em hêza ciwanan nîşanî serdestan bidin.”