Li Tirkiyeyê herî zêde ciwanên Kurd tên girtin. Xwendekarên Kurd ên di operasyonên serdema vîze û fînalê tên girtin nîşan dide ku OHAL ji bo ciwanên Kurd her tim heye.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî danayên Wezareta Dadê, nêzî 70 hezar xwendekar girtî ne. Li aliyê din di operasyonên serdema vîze û fînalê yên zanîngehên Tirkiyeyê de bi sedan xwendekar hatin binçavkirin û girtin. Herî zêde jî ciwanên Kurd tên binçavkirin û girtin. Xwendekarên Kurd ji ber ku beşdarî çalakiyên demokratîk ên zanîngehê dibin û rastî êrîşên komîn faşîst hatin, tên girtin û binçavkirin.
Xwendekara Kurd Ruken Turemîş (25), diyar kir ku OHAL ji bo xwendekarên Kurd tim heye û wiha axivî: “OHAL tenê rûyê rast ê dewletê derdixin holê. Hinceta girtina xwendekarên Kurd hemû eynîne. Bi 3 hevalên xwe re di 30’ê Mijdara 2016’an de ji ber ku em beşdarî şeva piştgiriya gelê Şirnexê bûn, em girtin û 11 mehan di girtîgehê de hiştin.
Xwendekara Rêveberiya Zanîngeha Hacettep a bi Turemîş re di heman girtîgehê de ma Şehrîban Zugurlî ya 25 salî ku bi heman hincetê hatibû girtin jî, anî ziman ku dixwazin mirovan bitirsînin û wiha got: “Bi zanebûn vê polîtîkayê bi rêve dibin. Dewlet van polîtîkayên xwe bi awayekê pergelî li dijî gelê Kurd bi kar tîne. Bila kes ne fikire ku em ê bi girtînan teslîm bibin. Berevajî ez xwe bi hêztir dibînim û hîs dikim. Heta hêrsa min mezintir dibe. Berê min pêngavek diavêt, lê niha 3 pêngavan diavêjim.