Namzeta HDP’ê ya Edeneyê Rozerîn Tosun ku xwendekara zaningehê ye diyar kir ku ew ê dengê nexweşên SSPE’ê û xwişka wê ya SSPE ya di 7 saliya xwe de jiyana xwe ji dest daye, bide bihîstin. Rozerîn got: Ezê bibim dengê ciwanan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Rozerîn Tosun ku li Zanîngeha Çukurovayê beşa Rehberî û Şêwirmendiya Psîkolojîk pola 3’emîn dixwîne li Edeneyê ji HDP’ê di rêza 9’emîn de namzet e. Rozerînê diyar kir ku berê fikrek wê ya ku tevlî siyasetê bibe tune bûye û got ew li dijî zextên li welat, bûye namzet û got ew dixwaze bibe dengê jin, zarok û ciwanan.
Rozerînê destnîşan kir ku bi namzetiya wê re bûye hêviya ciwanên zanîngehê û wiha got: “Ciwanên ku tên tirsandin û dikevin fikaran hene. Lê divê em di siyasetê de cih bigirin. Li bajarê ku ez ji bo xwendinê hatim, ez bûm namzet.