Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji destpêka dagirkirina Efrînê de mal û milkên welatiyan talan dikin. Her wiha sivîlan û bi taybet ciwanan direvîne û jinan tecawiz dike. Ev tişt hemî li ber çavê hemî saziyên mafê mirovan tê kirin ku heta anha tu kesî jî denge xwe nekiriya.
QAMIŞLO – Derbarê van mijaran de ajansa me ya Nûçe Ciwan bi hevseroka Komela mafê mirovan ya herêma Cizîrê Avîn Cima re hevdîtin kir.
Avîn Cima di destpêka axaftina xwe de wiha got: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî 58 rojan êrîşên hovane bi ser Efrînê de kirin, Di van êrîşan de dewleta Tirk û çeteyên wê sivîl hedef digirtin her wiha hemî saziyên ku xizmeta gel dikirin bûn hedefa dagirkeran.
Cima axaftina xwe dewam kir û got: Piştî dagirkirina Efrînê dewleta Tirk a Dagirker û çeteyên wê dest bi revandina sivîla her wiha qetil kirina wan kirin. Her roj agahiyên derbarê revandina sivîlan ji mere tên. Cima got: Dewleta Tirk nahêle tu saziyên mafê mirovan derbasî Efrînê bibin, Tenê hin saziyên ku girêdayî dewleta Tirk derbast dibin û ev sazî jî tene alîkarî bi kesên girêdayî dewleta Tirk re dikin.
Cima diyar kir ku ji bû ku bikaribin ji gelê Efrînê re tiştekî bikin dixebitin û got: Em wek komela mafê mirovan me têkiliyê xwe bi gelek sazî û komeleyên mafên mirovan re çêkiriye ji bo ku em bikeribin mafê vê gelî biparêzin. Em her tiştî her tecawizkirin û her revandina ku tê kirin belge dikin û ji van saziyan re dişînin.
Avîn Cima axaftina xwe dewam kir û bang li dewletên nav netewî kir ku li hember vê yekê bêdeng nemînin, Her wiha Cima dest nişan kir ku dewleta Tirk a dagirker hevpeymana netewên yekbûyî ya di 1945an de bin pê kiriye û her kes dibîne lê li hember wê bê denge.
Hevseroka komeleya mafê mirovan Avîn Cima di dawiya axaftina xwe de bang li hemî saziyan kir ku bê deng nemînin û mafê sivîlan piparêzin û bihêlin ku vegerin malên xwe Ji ber ku nêzî 500 hezar kes ji malên xwe koçber bûne û malên wan hatine talan kirin. Her wiha kesên cûda dixin şûna wan. Di dawiyê de em dibêjin mafê van sivîlan û bi taybet ciwanan ku her roj li ser destê dagirkeran tên revandin biparêzin.