Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê li navenda xwe ya bajarê Qamişlo debarê dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrîn û Başûrê Kurdistan daxuyaniye da. Ciwanan got: Bila kes hesabên şaş li ser axa Kurdistanê neke.
QAMIŞLO – Daxuyanî ji aliyê berdevkê Kordînasyonê Abd Alxenî Omer ve hate xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: Di asta herî jor de welatê me ji çar aliya ve buye navenda şer. Dagirker û neyar çeteyên xwe bi her awayî seferber kirin da ku qirkirin û qetlîaman li ser me ferz bikin.
Ji alyekî ve rêcîma Suriyê tehdîdên xwe li ser Rojava zede dike û di nav herêmên rizgarkirî e dixaze tevlîhevî û nakokiyan zede bike.
Ji aliyekî di ve dewleta Tirk a faşist û dagirker li Efrînê zilm û zordariyê dimeşîne, talan dike,wêran dike û her roj li ser sînorê Rojava êrîşan pêktîne. Însanan îşkence dike û qetil dike.
Ciwanan derbarê dagirkirina Efrîn û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê her wiha edîayên dewleta Tirk ku êrîşî Qendîl bike hewesta xwe wiha diyarkirin: Erdogan û alîgirên wî dibêjin, wê çawa li Efrînê ala Tirkiyê hildan li Qendîl jî ala Tirkiyê hildin. Yek, bila kes hesabên şaş û çewt neke. Gele Rojava dev ji Efrînê bernedaye û wê ti çarî dev ji Efrîn bernede. Heta ku ala me li Efrînê li ba nebe em nasekinin.
Didu, Dewleta Tirk şerekî qirêj li ser Başûr û Gerîla dimeşîne û piropaganda wê jî dike, lê ev vala ye, heqîqeta vî şerî em baş dizanin, Gerîla her roj derbên giran li dagirkeran dixe, tirk wndiayên xwe ji raya giştî vedişêre, çiyayên Kurdistanê di deste Gerîla de ne. Em bi navê kordînasyona ciwanên kurd li Rojavayên kurdistanê berxwedana gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê pîroz dikin û silavên xwe yên germ ji wanre dişînin.
Qendîl ya Kurda ye û wê ya Kurdan bimîne. Em di vê çarçovê de hikometa herêma Kurdistan şermezar dikin, ev yek tê wateya qebûlkirinê.
Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan got: me qonaxa duyamîn ya hemleya Serî Hilde di vê çarçoveyê de daye destpêkirin.
Daxuyanî bi siloganan bi dawî bû.