Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir ên ku li Dêrazorê şehîd bûbûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên xwe yên Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir ên ku li Dêrazorê şehîd bûbûn.
Di daxuyaniya YPG’’ê de ev tişt hatin diyarkirin.
“Pêngava Bagera Cizîrê ya qonaxa temamkirina rizgarkirina gundewarên başûrê rojhilatê Hesekê bi pêşveçûnên şervanên Hêzên Sûriye ya Demokratîk (QSD) ku hêzên me YPG-YPJ jî di vê pêngavê de cihê xwe digirin, bi hemû leza xwe didome. Di vê qonaxa duyemîn de piştî şerên dijwar yên di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de 6 gund hatin rizgarkirin û derbên giran li çeteyan hate dayîn. Hebûna çeteyên DAIŞ’ê a li vê herêmê ber bi tunebûnê ve diçe.
Di navbera 27’ê Gulanê û 7’ê Hezîranê de li gundên ku hatin rizgarkirin pevçûnên giran di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ’ê de derket. Rêhevalên me Elîşêr, Esîr û Şam Hesekê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi lehengî şer kirin û tevlî karwanên şehîdan bûn.
Em her sê rêhevalên xwe bi bîr tînin ên ku li Dêrezorê şehîd bûne. Em soza xwe ya têkoşînê ya ji bo tacîdarkirina serkeftinê careke din dubare dikin.”
Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Elîşêr
Nav û Paşnav: Selman Mihemed
Navê Dayikê: Xerma
Navê Bav: Ebîd
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 7’ê Hezîrana 2018’an
***
Nasnav: Esîr
Nav û Paşnav: Mihemed Abud
Navê Dayikê: Fewziye
Navê Bav: Kamil
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor
Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 27’ê Gulana 2018’an
***
Nasnav: Şam Hesekê
Nav û Paşnav: Sihêl El Ehmed
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Îsmaîl
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 6’ê Hezîrana 2018’an