Ji destpêka xebatên hilbijartinên pêşwext yên serok komariyê ya Tirkiyê, her roj navend û endam û bi taybet ciwanên HDP’î rastî êrîşên polîsên dewleta Tikr tên.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanê bi navê Melik Varol ê HDP’î ku dema xebatên hilbijartinê dimeşand rastî êrîşa nijadperestan hat û milê wî hat şikandin. Malik got “Her ku ew li me bidin em dê bêtir bixebitin.”
Li Enqereyê ji dema dildarên HDP’ê xebatên hilbijartinê dimeşandin, di 7’ê Hezîranê de li navçeyên Çankaya û Etimesgutê rastî êrîşa komek ciwanên nijadperest hatin. di êrîşa komê de ciwanê bi navê Melik Varol ê HDP’î milê wî hat şikandin. Dildarên HDP’ê dema xwestin li Eryamanê standê vekin rastî êrîşa komek nijadperest hatin.
Melik Varol ê di êrîşê de milê wî hat şikandin, diyar kir ku dixwazin bi van êrîşan xebatên wan asteng bikin û wiha got: “Ji bo ku bûyer mezin nebin me biryar da ku em ji wir dûr bikevin. Dema em li maşînê zuyar bûn komekê pêşiya maşîna me qut kir. Dema em ji maşînê daketin komê em lînç kirin. Piştre maşîna me jî darp kirin. Em 3 kes birîndar bûn. Piştî me li nexweşxaneyê rapor stend me gilî kir.”
Bi van êrîşan nikarin me têk bibin. Wan destê min şikand. Lê gule jî berdin min nikarin min vegerînin. Em dê piştî 24’ê Hezîranê jî xebatên xwe berdewam bikin. Heta ku em bimirin em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Xebatên me yên HDP’ê yên hilbijartinê dê bidomin.