A- Rasyonalîzm.
NAVENDA NÛÇEYAN – Kapîtalîzm di derketina xwe de roleke sereke dide rasyonalîzmê. Em di vê qonaxê de dibin şahidê kategoriyek bi navê şêwazê fikrê yê Rojava. Rasyonalîzm mîna vedîtineke civaka Rojava be tê nîşandan. Li gorî vê feraziya Rojava civakên di tevahiya dîrokê de ji aqil mehrûm mane. Tê gotin aqlê xwe bi kar anîne û zanist afirandine; wexta îspat bûye ku zanist jî hêz e, êdî hegemonîktiya sîstemê jî bivê nevê pêk hatiye.
Jixwe roja îro bi sedema ku bi hegemonyayeke çavkaniya xwe aqil e, dor li me hatiye girtin, cîddiyeta vê îdîayê jî nîşan dide. Lê ji bo em aqlê vê sîstema xwe bi polîtîka xeternak a nukleerê li ser piyan digire bi nav bikin, divê em berê pêşî aqil bi xwe û weke cinsekî biyolojîk xisletên mirov ji cinsên din cihêwaz dike bi nav bikin.
Mirov dikare ji du milan ve nêzî pirsê bibe: weke cinsekî biyolojîk û pêşketina civakî. Divê mirov bi awayekî herdu şêwe hevdu temam bikin û wan bigihîne hevdu bi nav bike.
1- Weke cinsekî biyolojîk mumkin e ku behsa zêhnê mirov were kirin. Ji bo mirov karibe bi hostatî li babetê temaşe bike divê mirov di sîstema zindiyan de bi pîvanên makro û mîkro bipirse ka aqil di çarçoveyeke gerdûnî de xwedî çi maneyê ye. Fikrên di çarçoveya perçikên jêr atoman de têne hûnandin pirrcuretiyê, cudatiyê û tevî van ji bo ravekirina pêşketinê bivê nevê mirov pêwîst e ku behsa aqil bike.
Motora sereke ya tevahiya pêşketinên di gerdûnê de li mekanekî piçûk ê bi qasî atomê û dîsa bi lezên ku mirov nikaribe bifikire bi tevgerên pirrcure yê pêlan û perçikan vediguherin hev û bi vî awayî rê li pêşketinê vedibe. Ne tenê di alemên fizîkî de, di alemên biyolojîk de jî pêşketin weke pirrcuretiyê di vê çarçoveyê de diqewimin. Haya me ji me hebe ku em di nava sînorên metafizîkê de digerin.
Em bi heman rengî dikarin bi gerdûna makro jî dakevin. Gerdûn bi xwe bi kategoriyên mîna zindî-nezindî, bi dawî-bêdawî, cuda-wekhev, madde-enerjî, dahvdan-kişandin hebûna hebûnan e. Ango yekpare ye. Jêr atom û jor gerdûn dualîteya diyalektîk a bingehîn a heman yekpareyê ne.
Zeman bi yekîtiya kûrahî û berfirehiya mekan diqewime yan jî xwe dide fêhmkirin û nîşan dide. Pirsa ‘çima gerdûn heye’ têgihiştina metafizîkê tîne hişê mirov, lê mirov nikare bibêje pirseke tewş e, an jî li cih nîne. Em ji bîr nekin ku yê pirsê dike mirov e, ew jî civakî ye. Fenomenolojî ji hiskirinên me wêdetir ji hebûnan zêde bawer nake. Em çiqasî his dikin û heta em difikirin em ewqasî jî hene. Berevajî, materyalîzm bi xwe hebûnek e, bi his û fikrê xuya dibe. Haya min ji vê dualîteyê heye ku çiqasî mirovî heyranî xwe dike û bi girîngî destnîşan dikim ku divê mirov wê ji hev derxîne û jê bibihure.
Wer xuyaye ku mirov bi van dualîteyan nikare gerdûnê fêhm bike. Cihêkirina fikir û bedenê felsefeyeke herî zêde jiyanê înkar dike û heta ji rêderketineke dînî ye. Pirsgirêkeke welê ya gerdûnê tineye.
Em di rêxistinkirina zindiyê herî pêşneketî de jî hêmanekî seyr ê mejî dibînin. Xisleta pêşî ya em dibînin ew e ku ev mejî xwe di nav kêliyan de dabeş dike û bi vî awayî meyla xwe ya bê dawîbûnê nîşan dide.
Ti zindiyê pêşî xwe çêkiriye tine nebûye. Berxwedana vî zindiyê xwe bi xwe çêkiriye, herî dawî weke cinsê mirov rê li potansiyela mejî vekiriye. Potansiyela di şaneyekê de pêkhatina zindîtiyê, çawa çêbû ku xwe kir pirrcure û rê li mejiyekî zindî yê cinsê mirov vekir? Dibe ku bi tenê ji bo şaneya zindî, heta ji bo gerdûnên herî mîkro jî xwe zêdekirin, bi hawîrdorê xwe xwedîkirin û xweparastin esas e. Perçikên jêr atoman bi awayekî tine nebin zêde dibin, pêdiviyên xwe yên zêdebûnê û xwe xwedîkirinê dibe ku bi tenê bi vî şêweyê gerdûnên mîkro pêk tînin. Sînorên wan ên ku wan sînordar dikin, yên ewlekarî, xwe-xwedîkirin û bê-serûbinî-pirrbûnê ne.
Em bi kêmanî be jî dikarin bersiva pirsa xwe ya der barê mejiyê gerdûnê de li vir bibînin. Em vê gerdûnê li derveyî xwe nebînin. Gerdûnên em behsa wan dikin li hawîrdora me tijî ne, û dor li me girtine. Dibe ku gera me ya li ewlekarî, xwedîkirin û pirrbûnê bi van gerdûnên mîkro vê dinya me ya yekbûyî îfade dike. Belkî gerdûna makro jî bi heman awayî heye û xwe çêdike. Ew (gerdûna makro) di nava sînorên bê-serûbinî de bi awayekî ku zorê bide zeman û mekan di mejiyekî ewle û mezinbûnê de biryardar e. Heye ku gerdûna makro jî xwe di mejiyê mirov de nîşan dide.
Haya min ji min heye ku ez zêde mijarê dihûnim.
Lê em nikarin potansiyela mejî ya mirov weke ji tine peyda bûbe şîrove bikin. Em çiqasî dikarin bi hebûn û beridandinê mejiyekî neberbiçav bifikirin? Mirov mejî weke ku bi tenê xisleteke mirov be, bibîne çiqasî rastbîn e. Mirin bi xwe jî ji bo jiyan an jî hebûn were fêhmkirin weke ku pêdivî pê heye tê qebûlkirin. Em têderdixin ku mirin nebûya, haya me wê ji jiyanê nebûya. Bêyî guherînê jiyana bêdawî, ya rastî nejiyîn e. Ji ber ku di rewşekê de haya mirov ji tiştekî nebe, di wê rewşê de ti tişt nîne.
Di vê rewşê de jî ya rastî mirin ji bo jiyanê weke pêdiviyeke hewcedarî pê heye xuya dike. Baş e, mirin a divê weke nîmetekî were dîtin, çima mîna dawiya jiyanê bê em jê ditirsin? Li şûna ku em jê bitirsin, em hewl bidin, jiyana ew dike ku mumkin be, fêhm bikin. Ji wir jî mirov biçe encamê û li gorî vê yekê tevlî gerdûnê bibe, baştir e. Mirov çawa nikare ji destê mirinê xilas bibe, mirov nikare ji destê jiyanê jî xilas bibe. Ya rastî, bi van dualîteyan em dikarin bi sirra gerdûnê derxin û ev weke armanca yekane li pêşiya me xuya dike.
Baş e, piştî ku ev dualîte ji hev hat derxistin, mirov wexta xwe bigihîne maneya jiyaneke hosteyane hingî ya diqewime û bi cih tê çi ye? Ev pirs ji bo min hem tewş e, hem jî gelekî hewce ye. Kengî mirov bigihîje sirra gerdûnê hingî mirov dikare behsa serketina dawî ya jiyanê bike. Çi cenneta di Pirtûkên Pîroz de, çi jî di Bûdîzmê de xwe gihandina Nîrwanayê, yan jî di tesewifê de rewşa tam a wecdê mirov dikare weke pîrozkirina jiyanê û rewşa timî pîrozkirina cejn û roşanê şîrove bike.
Hin fikirkarên Rojavayî, gotine; jiyaneke bi sînor a li dinya me bi temamî xweber e, û kengî sîstema rojê biqede wê dinya me jî di nava kozmogoniyeke bêmane de wenda bibe. Ev jî dişibe tesewireke mîna ya cehennemê. Hêmanên ku hûnandina bi vî rengî jî xwe disipêriyê, hene. Lê îdeaya jihevderxistina jiyanê hûnandineke herî bêber e. Em ne tam bi gerdûnê dizanin, ne jî em maneya jiyanê bi hostayî dizanin. Sedemên hunandina dabaşan bi vî awayî têra xwe bi hêz nînin. Dinya me bi xwe çawa ku rê nade jiyaneke têra xwe rewşa wê ya hebûnê tineye, bi wî rengî jî biqasî ku li gorî potansiyela xwe atmosfera jiyanê ji her ruhberê dema wê hatî re çêbike, zindî û adil e.
Pirr girîng e ku mirov çîroka çêbûnê ya cinsê mirov neke ez-navend û neke ji rêzê, naxwe ev yek ê ji gera gerdûnê ya seyr re bibe bê hurmetî. Metafizîka herî xirab pozîtîvîzm e ku mirov ji tevahiya gerdûnê şuştiye û hewl daye behsa wî bike. Ez yeqîn dikim, em kengî pozîtîvîzma ku materyalîzma herî çor e, têkiliya wê bi kapîtalîzmê re destnîşan bikin, em ê manedartir û ewqasî jî bi rêz nêzî jiyanê bibin.
Weke encam; wer xuya ye, weke cinsekî biyolojîk mirov di gerdûnê de herî zêde xwedî şens e ku hay ji gerdûnê hebe. Mirov haya xwe ji vê potansiyelê hebe tiştek e, bi cih anîna wê tiştekî din e. Di fikra Rojhilat de gotina ‘çi hebe di mirov de ye’ mîna haya xwe ji vê rastiyê heye. Divê ez dubare bînim ziman ku fikra ber bi navend-mirov ve çûye, zindî-nezindî bi tevahî xwezayên din di xizmeta mirov de dibîne ku ev têgihiştina zemînê felsefa têgihiştina desthilatdariya totalîter û otorîteriya hiyarerşîk e, diyar e mirov digihîne aqlekî hûnandinê yê herî zêde ji jiyanê dûr. Ya rastî, ev yek berhema aqil e.
Hin aqlên berevajî xuya dikin jî hene. Hin felsefeyên ekolojîk ên mirov bi tevahî bela serê xwezayê dibînin jî di encamê de ji têgihiştinên me qala wan kirî dûr nînin. Felsefeya mirov weke belayeke serê xwezayê dibîne, têkiliya wê bi jiyanê re qels bûye û bêber e. Eger qîmetê nede beridandineke heta gihiştiye mirov, wê wextê yan tayê wê yê bi jiyanê re zirav bûye li ber qetînê ye, yan jî têkildarî sîstemên li ser hîmê mêtinkariyeke zêde hatine hûnandin e.
Beridandineke gihiştiye sînorê mirov, pirsên gelekî ciddî yên exlaqî datîne pêşiya me. Beriya ku em derbasî vê mijarê bibin, divê em têkiliya aqil bi civakê re rave bikin.
(SIBE BERDEWAM DIKE)