Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), gundên Şemas û Hîlweyê ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Pêngava Bagera Cizîrê ya QSD’ê ku ji bo paqijkirina başûrê Hesekê dest pê kir, dewam dike. Şervanên QSD’ê her bi pêş diçin.
Piştî şerekî dijwar, şervanên QSD’ê gundên Şemas û Hîlwe yên bi 18 kîlometreyan li rojhilatê Şedadê ne roja 9’ê Hezîranê rizgar kirin.
QSD’ê li gundên hatin rizgarkirin dest bi paqijkirina ji bermayiyên çeteyên DAÎŞ’ê kir.