Li bajarê Koln a Almanyayê li dijî biryara rejîma Îranê ya darvekirina Ramîn Hisên Penahî çalakiyeke nerazîbûnê hate lidarxistin û daxwaza betalkirina biryarê hate kirin. Her wiha şevê din li ser medya civakî jî kampanyayeke li dijî darvekirina Penahî hate dest pê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Rejîma Îranê ragihandibû ku ewê Ramîn Hisên Penahî piştî cejna Remezanê darve bikin. Li ser vê agahiyê nerazîbûna gelê Kurd, gelên Îranê û derdorên demokrat her diçe zêdetir dibe û daxwaza betalkirina biryara darvekirina Penahî tê kirin.
Welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê şevê din li bajarê Koln ya Almanyayê bi armanca rakirina cezayê darvekirinê ya li ser Penahî çalakiyek nerazîbûnê lidar xits.
Welatiyên Alman jî piştgirî dan çalakiya ji bo betalkirina biryara darvekirina Penahî.
Di çalakiyê de welatiyan de wêneyek mezin yê Ramîn Hisên Penahî ku li ser nivîsa ‘ Azadî Ji bo Girtiyên Siyasî’ û bi nivîsa ‘ Em darvekirinê naxwazin’ hatibû rakirin.
Welatiyan di xwepêşandanê de dirûşmeyên wekî ‘ Em naxwazin Ramîn Hisên Penahî wer darvekirin’ û “Em bibin dengê Ramîn Hisên Penahî’ hatin gotin.
Ramîn Hisên Penahî girtiyek siyasî yê Kurd ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîne. Sala borî di meha Hezîranê de li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi birîndarî ketibû destê hêzên rejîmê de. Çend meh di zîndana êşkenceya giran a Îtlaata Îranê de hate girtin û paşê di dadgehê de biryara darvekirinê lê hat birîn.
Roja 19’ê Gulana 2018’an berpirsê navenda zindanê ya Sineyê ragihandibû ku wê Ramîn piştî cejna Remezanê were darvekirin. Têgotin ku dewleta Îranê dixwaze Ramîn Hisên Penahî piştî Cejna Remezanê bi awayeke bêdeng darve bike.