NAVENDA NÛÇEYAN –
2- Cinsê mirov potansiyela xwe ya mejî çendîn bike civakî, xwediyê wê qabîliyetê ye ku wê karibe vê potansiyela xwe ya mejî nîşan bide. Ya girîngtir, çêbûna mirov a biyolojîk civakbûnê ferz dike. Civakbûneke di ti zindiyên din de nayê dîtin, mirov neçarî wê ye. Zarokeke mirov piştî panzdeh salan dikare ji zaroktiyê derkeve ku ev pêvajo jî bêyî civakbûnê nayê bihurandin. Zarok pirr qels ji diya xwe dibe. Çêlikên heywanên din di nava çend rojan de dikarin jiyana xwe bi xwe tedarik bikin. Civakbûna mirov gelekî tevlîhev e, û divê hûrûkûr bê fêhmkirin.
Cinsê mirov ê civakbûna xwe wenda bike, yan wê weke cinsekî nêzî meymûnê ji nû ve biberide ku ev beridandineke berevajî ye, û mumkin e; yan jî wê tine bibe. Bi tevahî zindî hem weke cins, hem jî weke tevahiya cinsan hewcedariya xwe bi bihevrebûneke xweser dibînin. Civak xweseriyeke cinsê mirov e, û ji bihevrebûnê wêdetir xwediyê xisleteke hebûnê ye.
Weke têgînekê civak mîna xwezaya duyemîn tê binavkirin ku ev helwesteke têra xwe hûrûkûr e. Kengî potansiyela mejî dikeve pêvajoya çalak, civakbûn destpê dike. Ji bo kom û civatê timî hewcedarî bi fikrê heye. Pêşketina civakî ya esas pêşketina fikrê ye. Bi wê derfet û îmkanê wê yê hebûnê çêdibin. Civakbûn çiqasî mezin dibe, ewlekarî, zêdebûn û xwe xwedîkirin jî ewqasî pêş dikeve. Ez dixwazim bi awayekî eşkeretir bibêjim; ewlekarî, zêdebûn û xwe xwedîkirin li cem tevahiya zindiyan bi şiklekî aqil e. Bi awayekî herî çor, hînbûna bi ajoyên hundirî ne. Tevgerên hînbûnê yên tevgerên zindî ne. Eger em ji bo giştî bibêjin; bi tevahî pêşketina gerdûnê mejî û hînbûnê tîne hişê mirov.
Weke xwezaya duyemîn civak, bi şiklekî qonaxa jor a xwezaya yekemîn an jî rûyê wê yê xuya dike ye.
Ez yeqîn dikim, eger weke xwezaya duyemîn em civakê ji hev dernexin, di pêkhatina çalakî û fikrên li ser xwezaya yekemîn de wê jirêderketineke bi tehlûke hebe. Madem mirov berhema xwezaya duyemîn e, wê wextê divê pêşî mirov hewl bide wê xwezayê fêhm bike da ku li insên serwext bibe. Ji lewra ez razî nebûme ku objektîvtiya zanista xweser bi xwezaya yekemîn re mijûl dibe, bêyî xwezaya duyemîn karibe bi cih were anîn.
Ev timî bi min weke jirêderketinê ye. Ez difikirim ku fizîk, kîmya û heta biyolojiya xwezaya duyemîn, nabe ku ji zanista xweserî mirov serbixwe bin. Haya min ji min heye ku ez li peravên qanûnên dînî digerim. Lê di vir de pirsa bingehîn a divê bersiva wê bê dayîn heye. Ev pirs jî ev e; bi tevahî qanûnên xweserî xwezaya yekemîn bi navbeynkariya xwezaya duyemîn bi mirov têne ziman, gelo di rewşeke welê de çi maneya cihêkirina obje-sûbje heye? Mirov çiqasî dikare yê zane û tê zanîn ji hev bike? Pirsa hînê dijwartir jî ev e; gelo mirov zane û ya tê zanîn weke obje-sûbje bike dualîte, hingî ev nabe ji rêderxistineke bingehîn? Li gorî min mirov xwezaya yekemîn û duyemîn weke obje û sûbjeyê deyne, bi tevahî hîmê rêveçûnên xweser ên çewt û pêvajoyên êşê bi civakan dikişînin datîne.
Ev sîstema mentiq an jî hînbûna fikrê bi sîstema kapîtalîzmê tevahiya civakê dixe bin esaret û mêtingeriyê. Ya hînê xirabtir, ev mentiq heman zordestî û mêtingeriyê li ser tevahiya hêmanên xwezaya duyemîn belav dike û xwe ji vê dûr nagire.
Civakbûyîn ku ji bo rewşa trajîk a cinsê mirov weke çareseriyekê ket dewrê, di gelek qonaxên diyar de gav ber bi pêş ve avêtin û di vê yekê de hem di bunyeya civakê de û hem jî li ser hawîrdora xwezayî bû pirsgirêk. Em niha dikarin bibêjin ku em ê paşê di serî de pirsgirêkên aboriyê û sedemên din ên sereke bi nav bikin û niha em ê bûyerên di asta zêhniyetê de şîrove bikin.
Pirr girîng e ku mirov tespît bike, hêza zêhnî ya bi beridandina biyolojîk digihîje mejiyê mirov, bi beridandina civakî jî hem çalak û hem jî jê cihê dibe. Min berê jî diyar kiribû ku civakbûn bi xwe rewşeke zêhnî ya ji xew şiyar dibe û timî dixebite mumkin dike. Wexta zêhn timî bixebite bi awayekî xwezayî weke encameke beridandinê mejî jî pêş dikeve. Herçiqasî demeke dirêj biçe jî jiyana civakî ya çalak, ji bo pêşketina zêhnî sedema bingehîn e.
Ravekirinên der barê dehayên şexsî de mirov nikare zêde pê bawer bibe. Di bin her rewşa mejî de xweseriyên civakî hene.
Em ji agahiyên xwe yên antropolîjîk dizanin ku beşekî mezin ê jiyana civakî ya mirov bi nêçîrê û berhevkirina pincaran bihuriye û bi cinsên nêzî xwe re bi zimanê sembolan têkilî daniye. Di vê qonaxê de em nikarin behsa pirsgirêkeke ciddî ya civakî bikin. Bi awayekî xwezayî beridandin hukmê xwe dike û bi weznekê dimeşîne. Asta mejiyê wê hisî ye. Ya rastî, karektera hisî ya mejî serdest e. Xisleta bingehîn a mejiyê hisî jî ew e ku bi refleksan dixebite. Xwestek an jî ajoyên hundirîn jî mejiyê hisî ye.
Lê ev cureyê herî kevin ê mejî ye û mirov dikare heta zindiyê pêşî yê yekşane biçe. Bi awayekî dixebite ku li hemberî hişyarkirinên ji nişkê ve refleksan nîşan dide. Mîna ku bi awayekî otomatîk bixebite tevdigere. Bi vî şêwazî, pêdiviya bi ewlebûnê bi awayekî herî kêrhatî bi cih tîne. Em vî şêwazî li cem nebatan jî dikarin bibînin. Li cem mirov digihîje şêweyê herî pêşketî. Mejiyekî bi pênc hisan û koordînasyona di nava wan de bi qasî li cem mirov li cem ti zindiyên din pêş neketiye. Bêguman hisa dîtin, deng û tahmê li cem gelek zindiyan ji ya mirov pêşketîtir e. Lê di warê pênc hisên komple û koordîneyî de mirov li pêş e.
Xisleta herî girîng a mejiyê hisî têkiliya wî ya bi jiyanê re ye. Fonksiyona wî ya bingehîn parastina jiyanê ye. Di warê parastina jiyanê de gelekî pêş ketiye. Ev aliyê wî divê hîç piçûk neyê dîtin. Hema bêjin hîç şaşiyê nake. Ez vê yekê bi maneya yekser bersivdana wî dibêjim. Bêparbûna ji vî mejiyî di jiyanê de têra xwe rê li tehlûkeyan vedike. Nirxdan û rêza ji jiyanê re bi asta pêşketina mejiyê hisî re têkildar e. Tewazun û wezna di xwezayê de li ber çav digire. Mirov jêre dikare bibêje; mejiyê jiyana xwezayî mumkin dike. Em dinya xwe ya hisan bi temamî deyndarê cureyê vî mejiyî ne.
Li cem cinsê mirov pêşketina komple ya mejiyê hisî, şensê têkilîdanîna di navbera hisan de zêde dike.
Di serî de hisên dîtin, deng û tahmê di nava xwe de hev his dikin û tevgerên mejî datînin. Komên mirovan demeke dirêj bi zimanê işaretan bi hev re danûstendin, piştî ku şertên fîzyolojîk ên axaftinê pêşketin xwe gîhandin zimanê ‘sembolan’. Zimanê sembolan hîmê xwe li ser peyvan e. Bi van peyvan fikra neberçav pêş dikeve. Li şûna îşaretan bi têgînan danûstendin di dîroka mirovatiyê de şoreşeke mezin e. Êdî ya mirov divê bike ew e ku nav li obje û bûyerên bersiva pêdiviyên wî dide bike. Navlêkirin qonaxeke mezin e. Têkiliyên di navbera navên curbecur de bi xwe re çêbûna têgînan pêş dixîne. Çi xisletên objeyên bi nav têne temsîlkirin, çi jî fonksiyonên di nava wan de rê li ber lêker û daçekan vedikin. Bi hevokdanînê re şoreşa ziman bi ser ketiye.
Ev şêweyekî nû yê fikrê ye. Di zêhn de bi cihkirina peyvan, mumkin dike mirov bêyî obje û bûyeran li ser wan bihizire. Em li destpêka pêkhatina mejiyê dikare bûyeran bihûnî ne ango ev mejî dikare teoriyê bike. Ev pêşketineke mezin e. Aliyê çepê yê mejî beşê loba pêş bi vî cureyê mejî dibe pispor. Bi qasî aliyê xwe yê kêrhatî, ev beş dikare rê li ber rewşên bi tehlûke jî veke. Yek ji xisleta wî ew e ku ji hisan qut dixebite. Mirov dikare vî mejiyî weke FIKRA ANALÎTÎK an jî mejiyê bûyeran dihûne jî bi nav bike. Mejiyê analîtîk an jî aqil avantaja wî ya herî mezin ew e ku bêyî xwe biwestîne, kengî bixwaze dikare di heqê tevahiya gerdûnê de bifikire. Qabîliyeteke wisa ye ku bê sînor dikare xeyalan bike.
Mejiyê analîtîk bi awayekî pirr seyr dikare dinya form û qaliban biafirîne. Qabîliyeta wî ya pîlan, dafik û bêbextiyê pêş ketiye. Dikare xwezayê teqlîd bike û her cure vedîtinê peyda bike. Bi pîlan dikare dafikê vede û bi her cure bêbextiyê bigihîje xwesteka xwe, ev jî li derve û hundirê civakê wî dike çavkaniya sereke ya her cure pirsgirêkan.
Pêşketina mejiyê analîtîk û hisî di nav hev de xwesertî û fazîleteke mirov e. Lê ya girîngtir ew e, ka wê bi çi armancê were bi karanîn. Hînê di qonaxên pêşî de haya civakê ji vê dualîteyê çêbûye. Bersiva civakê ji vê re weke prensîba bingehîn a rêxistiniyê, EXLAQ e.
Eger exlaqê civakê tinebe bi mejiyê analîtîk re nikare serî derxe. Mînak kesekî bi ber hisa hêrsbûnê bikeve, hinekî mejiyê analîtîk bixebitîne her zindî û koma mirovan a li dij e, dikare tine bike. Li hemberî vê tehlûkeyê civakê exlaq weke prensîbeke bivênevê qebûl kiriye û xwestiye serî bi vî mejiyî re derxe. Her komê xwestiye endamên xwe pirr bi exlaq mezin bike û ev yek weke wezîfeya sereke erê kiriye. Di exlaq de dualîteya ‘qencî û xirabî’ têkiliya xwe bi fonksiyona vî mejiyê analîtîk re heye. Eger mejiyê analîtîk kêrhatî bixebite ji aliyê exlaqê qenc ve tê xelatkirin û na eger bi zirar bixebite weke exlaqê xirab tê mehkûmkirin. Ya rastî, xirabî divê di ti exlaqî de tinebe, were tepisandin û cezakirin heta exlaqê qênciyê bibe yê sereke.
Lê belê ev çareya civakê ji sedî sed nabe bendeke ku pêşiyê li vê tehlûkeyê bigire. Di telş û terkên civakê de her tim kesên xasûk dahfikan vedidin û yên li kirina bêbextiyan digerin wê hebin. Jixwe di vê de rola çandeke pirr kevin heye: NÊÇÎRVANÎ. Prensîba çanda nêçîrvaniyê li dijî zindiyên din dahfikvedan û bêbextî ye. Ev çand rîş û rehên xwe di alema heywan û nebatan de jî heye. Ev reh û rîş di heman demê de reh û rîşên biyolojîk ên mejiyê analîtîk in; ev çanda nêçîrvaniyê ku li cem civaka mirov cuda ye, bi pêşketina mejiyê analîtîk re dibe yek, sentez dike û di bunyeya civakî û hawîrdora ekolojîk de pirr zû dibe tebeqeyek û digihîje hiyarerşiyek an jî hêzekê. Felaketê bi vî awayî destpê kiriye.
Dualîteya cennet-cehennemê bi hiyarerşiya civakî ya mejiyê analîtîk bi hev re dimeşin. Di civaka hiyarerşîk de komikeke ‘zilamên bi hêz’ li ser civakê konê xwe vedigirin û rê li texeyula jiyana cennetwarî vedikin, ji bo civaka li jêr jî rêya cehennemê tê vekirin ku bi giranî, sedem û derketina wê civak fêhm nake.
Li hemberî zilamê bi hêz qurbana pêşî jin e. Ji ber têkiliya xwe ya bi jiyanê re mejiyê jinê yê hisî hînê pêşketîtir e. Bi kedeke bi êşê strayî, weke diya zarokan, berpirsiyara sereke ya jiyanê ye. Bi qasî ku haya wê ji jiyanê heye dizane wê çawa dewam bike. Pel û pincaran berhev dike. Ev berhevkariya wê hem encameke mejiyê wê yê hisî ye, hem jî ji ber ku ji xwezayê hîn bûye. Daneheva civakî demeke dirêj li dora jin-dayikê pêk hatiye û em ji agahiyên antropolojiyê jî dizanin ku jin-dayikê bi şiklekî, ji dewlemendî û nirxan re rola navendê bi cih aniye. Mirov dikare texmîn bike ku dayika nirxên zêde ye. Ji lewra mirov dikare fêhm bike ku zilamê bi hêz ê bi rola nêçîrvaniyê radibe çima çav berdaye vê daneheva civakî ya jin-dayikê.
Diyar e ku wexta serdest bibe wê gelek avantajan bi dest bixe. Gelek tişt hene ku dilê xwe dibijîne wan û çavbirçiyê wan e. Rewşa jinê ya weke objeyeke cinsî, bavtiya zarokan û hin tiştên din rê dide zilamê bi hêz ji bo li ser danehevên maddî û çanda manewî bi xwedî gotin be. Hêza bi nêçîrvaniyê digihîjê, firsend û keysê dide wî hiyarerşiya civakî çêke û serdest bibe. Em di van bûyer û diyardeyan de cara pêşî dikarin bibînin ku mejiyê analîtîk di bunyeya civakê de bi armanceke xirab û bi awayekî sîstematîk hatiye bikaranîn.
Ji çanda dayika pîroz derbasbûna çanda bavan, dihêle ku mejiyê bûyeran dihûne, zirxê pîroztiyê jî li xwe bike. Mirov dikare texmîn bike ku sîstema bavikan bi vî awayî şax û rehên xwe berdane erdê û xwe girtiye. Em derketina bi heybet a zêhniyeta bavikan li tejaneya Dîcle-Firatê bi belgeyên dîrokî jî îspat dikin. Li derdora salên 5500-4000î B.Z. li Mezopotamya Jêr derketiye û li tevahiya Mezopotamyayê belav bûye û em dibînin ku weke çandeke sereke bûye xwedî rol. Berî ku em behsa vê çandê bikin, em Berî Zayînê li Mezopotamya Jêr li keviyên deştan û li qûntarên çiyan civakeke dayikan a xwe dispêre bereketa berheman dibînin ku di tevahiya qonaxên mezolîtîk û neolîtîk de xwedî roleke sereke ye, û em vê yekê nexasim ji agahiyên arkeolojîk fêhm dikin. Em di çanda nivîskî de jî li gelek îşaretên di vî warî de rast tên. Hêmanên ziman û dîn ên xwe dispêrin dayikê gelekî pêşketine.
Pirsgirêka civakî cara pêşî bi awayekî ciddî di nava komên bavikan de yên li dora zilamê bi hêz civiyabûn derket holê. Ev destpêka koletiya jinê ye, û ji zarokan destpê kir zemînê koletiya mêr jî amade kir. Koleyên jin û mêr di serî de çiqas bibin xwediyê tecrubeya danehev a nirx û berhemê zêde, ewçend jî êdî têne kontrolkirin û serdestiya li ser wan zêde dibe. Desthilatdarî û otorîte her diçe girîng dibe. Weke beşekî xwedî îmtiyaz zilamê bi hêz + pîremêrê bi ezmûn + hevkariya şaman kulmozeke desthilatdariyê ava dike ku kes nikare xwe li ber bigire.
Di nava vê kulmozê de mejiyê bûyeran dihûne, ji bo serdestiya zêhnî bi awayekî awarte vegotina mîtolojiyan pêş dixîne. Ev dinya mîtolojîk a em wê ji dîroka civaka Sumeran nas dikin, mêr dike mîna xwedê û wî weke yê erd û ezman afirandiye mezin dike. Xwedawendiya jinê û pîrozbûna wê heta mirov bêje piçûk tê xistin û weke xwediyê hêza mutleq a serwer mêr bi her kesî didin qebûlkirin û bi tevneke mezin a mîtolojîk a destanan têkiliya yê hukim dike û ya hukim lê tê kirin, yê diafirîne û ya tê afirandin, tê çêkirin. Ev dinya mîtolojîk a bi pirraniya civakê didin qebûlkirin, weke vegotineke bingehîn bi nirx dibe û dibe dînî. Em êdî bi vî şêwazê zêhniyetê yê di warê hûnandin û sazîbûnê de sînor nas nake rûbirû ne.
Ev pergala têkiliyên hiyarerşîk a derketiye holê, nîzama otorîter a sazî, zordestî û mêtingeriya pêşî ye. Ev nîzam, bi mejiyê mîtolojîk ê rehên wê digihîjin sîstema baviktiyê û qalibên zêhniyeta çavkaniya xwe sîstema baviktiyê ne, bi temamî tê rewakirin. Di qonaxên curbecur de em vê pêşketinê li cem gelek komên mirovan dibînin. Her çiqas di warê şêwe, kêm û zêdebûnê de wekhev nebin jî. Mejiyê zordestî û mêtingeriyê ferz dike nabe ku hisî be. Heta ku negihîje asta analîtîk û bi dafik û xasûkiyên ji çanda nêçîrvaniyê re nebe yek, nabe zêhniyeteke rê li ber pirsgirêkên civakî vedike. Ev zêhniyet ji bo fonksiyona xwe ya bingehîn veşêre, neçar e ku efsaneyên sexte û qelp biafirîne.
Hemin mirov dikare bibêje, mejiyê bûyeran dihûne û mejiyê hisî di nav hev de xwedî rêûresmên gelekî erênî ne, û sazîbûna xwe afirandine. Eger mirov bi tevahî cîhana zêhniyetê weke ya desthilatdariyên hiyarerşîk bibîne, rast nîne. Ji ber vê yekê ye ku bi qasî şerên eşkere, em şerên fikrê û qalibên zêhniyetê yên bê eman, di van pêvajoyan de gelekî dibînin. Gelek bûyer û diyardeyên em ji wan re şerê îdeolojîk dibêjin, gelek şêweyên dînî, felsefî, etîk û hunerî yê derdikevin pêşiya me, em bi vî awayî dikarin dakevin reh û rîşên wan. Şerên em pirrî caran li cem dînan û di mîtolojiyan de dibînin, di cewherê xwe de têkoşînên polîtîk û aborî ne. Şerên desthilatdariyên siyasî û ekonomîk, heta serdema zêhniyeta kapîtalîst, timî xwe di kirasê dînî û mîtolojîk de nîşan didan. Dewlet avahiyên hiyerarşiyê yên bi sazî û mayînde bûne, temsîl dike. Temsîla ferdî ya avahiyên desthilatdariyê ya veguherî sazîbûnê, têkiliya xwe bi civaka çînî re ya ku bi bajarvaniyê pêş ketiye, heye ku em di dîrokê de jêre şaristanî dibêjin.
Çînayetî û bajar zêdetir bi sîstema kapîtalîst re dibin têgîn. Lê hînê girîngtir ew e ku mirov reh û rîşên wan rave bike. Mirov nikare ti têkiliya civakî ya ku derketin an jî kokên wê baş nehatibe ravekirin, bi awayekî temam û têrûtijî nayê bi navkirin. Pêkhatina bajar hînê bi temamî ji hev nehatiye derxistin. Bi kêmanî bi qasî derketina kapîtalîzmê girîng e, û divê were ravekirin. Ez bi xwe yeqîn dikim ku mirov ji bajar re bibêje, proto-kapîtalîsta pêş, wê ne şaş be. Çawa ku bazar meydanek e ku kapîtalîzm xwe li ser xwedî dike, pê bi gewde dibe û têkiliyan datîne, mirov dikare bajar jî weke mekanê bazarê yê pêşketî û mayînde bi nav bike. Têkiliya wê bi mijara me re ew e ku mekanê pêşketî yê mejiyê bûyeran dihûne, xwe dispêre hebûna bazarê. Bajar bi xwe ji bo avabûna civakeke mezin amûr û navgînek e. Ji ber bazarê, hewcedariyê xwe bi mejiyekî analîtîk û muccered heye. Cihekî welê yê têkiliyan e ku dinya mîtolojîk û dînî ya hînê zêdetir bi aqil rabûn, bi zanistî tevgeriyan û ewqasî jî berevajî kirin, pêre rê li ber pêşketina felsefeyê vekirin û di encamê de bûyerên dîrokî bi lez kirin. Zêdetir bi mejiyê analîtîk kar û xebatê dike.
Cîhana têgînan a neberçav, kengî xwe di hunerê de nîşan da, bajar hînê bi heybet û balkêştir bû. Bajarê bi vî rengî, cîhana şiklên li naverastê ji bo her cure bêbextî û dahfikê lotikan didin û têkiliyên spekulatîf ên sînornenas û ji mejiyê hisî hatiye şuştin, ber zêhniyeta civakê dide. Di nav bajêr de aqil pêş dikeve, lê xisletên wî çi ne? Zêdetir rohniyê yan jî tariyê çêdike? Bersiva rast a pirsên bi vî rengî hê bi temamî nehatiye dayîn. Guloka têkiliyên sereke yên civaka bajêr çêkirine; şer û mêtinkarî, desthilatdarî û çînayetî ye. Di nava xwe de bi pirranî rê li beşekî civakê vedike ku xwe dike çîneke din û tebeqe li dijî hawîrdorê jî bi temamî saziyeke qirkirinê ye. Komên ji derveyî bajaran, herçiqas îfadeyên wan ên dînî û mîtolojîk têkiliya xwe bi mejiyê analîtîk re hebin jî zêdetir bi roleke pozîtîf radibin.
Di serî de xwedayên wan, cîhana wan a baweriyê, dinya wan a bi hisên samîmî barkirî nîşan dide. Dost, dilovan, dilovîn û bi mehder in. Êşan kêm, zehmetiyan hêsan dikin. Formên dînî û mîtolojîk çiqasî bûn bajarî, xwedayên wan jî neberçavbûn, diceribandin û ceza dikirin, û xwe xistin postekî ku diviyabû her kesî lavahiya ji wan bikira. Êşê bi mirovan didin kişandin û zêdetir ji hukimkirinê hez dikin. Ya rastî, tişta hatî serê dinyaya malê ketî bazarê û di nav destan de digere, tê nîşandan. Xwedayên bajar û bazarê di nav hev de ne.
Kengî têkiliyên komên mirovan ên klanê yên bi rêya xizmtiyê bi hiyarerşiya desthilatdariya jor ve girêdayî, têkiliyên malbat, eşîr û qebîleyê parçebûn, çînayetî pêşket. Komên jor dibin dewletdar, komên jêr jî dibin komên têne rêvebirin. Ev pêvajo jî bê rehm e, û dike ku mirov li hemberî xwe xerîb û biyanî be. Bi paşketina mejiyê hisî ve têkiliya wê heye. Ciqasî çînên bindest girêdayî komên rêveber ên çîna serdest bin, ev rêveber serweriya xwe ya zêhnîyetê jî ewqasî rewa dikin û ketîbûna xwe ya exlaqî jî didin erêkirin. Ev rewş kêliya herî bi lanet a bindestan e.
Bi zordarî mêtinkariya li ser xwe erê dike û ev jî nîşan dide ku ji her du mejiyan jî êdî bi temamî mehrûm e. Bêparmana ji zêhniyetê di nava civakê de rewşa herî neyênî û deklase îfade dike. Li serê herî jor çiqasî mejiyekî bûyeran ji bo bendekirinê dihûne û bi awayekî neberçav dike qurban hebe, li herî jêr û binî jî ewqasî bêaqilî, parsektî û koletî heye.
(SIBE DEWAM DIKE)