Li Bakûrê Kurdistanê astengiyên li pêşiya xebatên hilbijartinê yên HDP’ê zêdetir dibin. Di mehek û nîvekê de li dijî HDP’ê 57 êrîş pêk hatin û 208 rêveber û endamên wê hatin girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê xebatên hilbijartinê yên Serokomariyê û parlamenteriyê ku wê di 24’ê hezîranê de pêk werin didomin. Di pêvajoya hilbijartinê ku 12 roj mane de, dijberiya partiyan a li beramberî hev heye, lê balkêş e ku li hemberî HDP’ê ne tenê dijberî, êrîş û hedef nîşandan heye.
Bi taybetî li gel daxuyaniyên Erdogan û hikûmeta AKP’ê, êrîş zêde bûne. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li gel astengî û êrîşan xebatkarên HDP’ê tên binçavkirin û girtin. Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê ji roja biryara hilbijartinê ku di 18’ê Nîsanê de hat girtin, heta îro astengî û êrîşên li dijî HDP’ê pêk hatin wek raporekê nivîsand.
Li gorî raporê; ji roja biryara hilbijartinê hat girtin û heta îro 208 HDP’yî hatin binçavkirin. Ji van binçavkiriyan herî kêm 16 kes hatin girtin. Di vê pêvajoyê de li bajarên cuda yên Tirkiyeyê li dijî xebatkarên HDP’ê 57 êrîş û astengî pêk hatin. Di raporê de herî zêde êrîş li dijî HDP’ê hene. Her wiha di raporê de li gel êrîşên li dijî HDP’ê, astengî û êrîşên li dijî Partiya Saadet, CHP’ê pêk hatin cih girtin.