HDP’iyên li navçeya Hekîmxan a Meletiyê xebatên hilbijartinê dimeşandin rastî êrîşekê ji komek nijatperestan hat û di encamê de 7 HDP’î birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de komek ji 20 heta 25 kesên ji namzet û rêveberiyên HDP’a Meletiyê pêk dihat çûn navçeya Hekîmxan a Meletiyê. Komekê dirûşmeyên faşîst berz kirin û bi daran êrîşî HDP’iyan kirin. Li navçeyê gava HDP’iyan belavok belav dikirin, 4-5 kes hatin gel wan û ji wan re gotin hûn dikarin belavokan belav bikin.
Lê HDP’iyan guh nedan wan û belavok belav kirin. Li ser vê yekê komek qerebalix bi darên hêsin êrîşî HDP’iyan kirin. Di êrîşê de 7 HDP’î birîndar bûn. Polîsên hatin cihê bûyerê, mûdaxileyî HDP’iyan kirin û xwestin wan ji cihê bûyerê dûr bixin.