Namzetên AKP’ê li navçeya Pirsûs a Rihayê gule li esnafên nerzîbûn nîşanî wan da reşandin. Di êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da, 8 kes jî birîndar bûne
RİHA- Namzetê AKP’ê û endamê MYK’ê yê AKP’ê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz, li gel komek kesên çekdar li nava esnafên Pirsûsê geriya. Esnafan nerazîbûn nîşanî namzetê AKP’yî da. Li ser nerazîbûnên esnafan, zilamê Yildiz bi çeka keleşnîkofê gule li esnafan reşandin. Li gorî agahiyên hatin girtin di bûyerê de 5 jê esnaf 2 kes jî êrîşkar bi giştî 7 kes birîndar bûn.
Di êrîşê de ji esnafan Celal Şenyuşar jiyana xwe ji dest da,Mehmet Alî Yildiz jî li nexweşxaneyê ji dest da, 8 kes jî birîndar bûn.
Mehmet enyaşar ê li Nexwexaneya Dewletê ya Pirsûsê rewşa wî giran e, lê xizmên Yildiz ên biçe rê nedan bê sewqkirin. Bavê Şenyaşar Hecî Esvet ê hate nexweşxaneyê jî ji aliyê kesên Yildiz ve hate derbkirin.
Hate ragihandin ku li nexweşxaneyê kesên nêzî Yildiz serê kesekê jê kirine û qetilkirin.
Li aliyê din du kesên rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê bi sivikî birîndar bûn, Îbrahîm Halîl Yildiz û Mehmet Alî Yildiz ên li Nexweşxaneya Mehemt Akîf Înan jiyana xwe ji dest dane.