Bi sedan ciwan,malbatên şehîdan û şêniyên bajarê Qamişlo di roja yekemîn ji cejnê li goristana şehîd Delîl Saroxan serdana şehîdan kirin û soza şopandina riya wan dubare kirin.
QAMIŞLO – Bi buneya cejna remezanê îro di satên sibehê de malbatên şehîdan,ciwan û bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo serdana şehîdan li goristana şehîd Delîl Saroxan kirin.
Di vê çarçoveyê de ciwanê bi navê Seydo got: Em ciwan îro hatine serdana şehîdên xwe bikin ji ber ku şehîd roniya roja me ne, ji ber vê yeke me soza tolhildana wan daye û em vê sozê dubare dikin.
Her wiha ciwanê bi navê Ahmed Mehmud jî got: Em cejna hemî malbatên şehîdan pîroz dikin û çi erkê ku bikeve ser mile me em ji bo wê amadene û soza tolhildana şehîdên xwe didin.