Meclîsa Bakurê Kurdistanê ya Başûr ku ji aliyê welatiyên Bakûrê Kurdistanê yên li Başûr dimînin ve hatiye avakirin, di roja yekem a Cejna Remezanê de berê xwe dan Qendîlê.
NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên Meclîsê di saetên nîvro de gihîşt Binarê Qendîlê û çûn serdana çadira Mertalên Zindî ya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer ve li dijî hewldanên dagirkeriya Tirkiyê hatiye vedan.
Li ber çadirê endamên meclîsê ji aliyê ciwanan ve hatin pêşwazîkirin.
Li vir yek ji berpirsyarên Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê Welat Cengîz axaftinek kir û bibîr xist ku ev 8 rojin di çalakiyê de . Cengîz her wiha derbarê çalakiya xwe de Meclîsa Bakûr agahdar kir.
Cengîz destnîşan kir ku Serokomarê Tirkiyeyê R. Tayyip Erdogan har bûye û her roj êrîşî wargehên kurdan dike, gefên dagirkeriyê dixwe. Cengîz bal kişand ku wateyek manewî ya Qendîlê heye û wiha dom kir: “Qendîl nirxeke ku li her bihostek çiyayên wê, binê her kevirek wê xwîna gelê kurd heye. Ji ber wê me çalakiya Mertalên Zindî daye destpêkirin.”
Piştre li ser navê Meclîsa Bakûrê Kurdistanê ya Başûr Salih Baykan axaftinek kir. Salih Baykan çalakiya Mertalên Zindî silav kir û piştgiriya xwe anî ziman. Baykan destnîşan kir ku Dewleta Tirk wekî marekî birîndar li Rojhilata Navîn jehra xwe belavî her derekê dike û wiha dom kir: “Erdogan di demeke ku ji bo hilbijartinan kêm maye de, hewl dide ku dengên xwe zêde bike. Erdogan hewl dide ku hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd bide avakirin.”
Başkan anî ziman ku pêwîste hemû gelê Kurd, hemû kesên xwedî wijdin li dijî faşîzma Erdogan/Bahçelî derkevin û ev bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê kir: “Divê li tu derekê bêdengî nebe. Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê pêwîste li dijî bêhiqûqiya dewleta Tirk bêdeng nebînin.”
Baykan, her wiha ji hemû kesî xwest ku destekê bidin berxwedana gelê Qendîlê û got: “Qendîl rûmet û şerefa her kesî ye. Pêwîste hemû hêzên siyasî û parastinê yên Kurd ji bo berxwedana Qendîlê bibin yek.”