NAVENDA NÛÇEYAN – Eger mirov têkiliya di navbera zor û ekonomiyê de bi kurtî bi bûyerên dîrokî-civakî bîne ziman mijar wê hînê baştir were fêhmkirin.
a- Di serdemên civakê yên beriya şaristaniyê de bi zora cara pêşî ji aliyê ‘zilamê xurt’ ve hat birêxistinkirin ne tenê heywan pê ketin dafik û xefikê, keda hisî ya jinê ku mirov dikare weke nûra çavan jî bi nav bike û daneheva malbat û klanê ye, heman rêxistiniyê çav berdayê, dest avêtê û xist dafikê. Cara pêşî ye ku zor evçend ciddî tê birêxistinkirin. Bi vê zorê, jin, zarokên wê û xizmên wê yên din; bi tevahî danehevên wan ên maddî û manewî hatin desteserkirin; ev talana pêşî ya mal û aboriyê bû. Li ser vî hîmî, proto-rahib şaman, şêxê xwedî tecrûbe û ezmûn destê xwe didin rêxistiniya zorê ya zilamê xurt û bi vî awayî di dîrokê de rêveberiya pîroz a hiyerarşîk a bavikanî cara pêşî pêkhat û em qonaxên vê bi heman rengî di tevahiya pêvajoyên dîrokê de dibînin. Eşkere ye ku ev hiyerarşî di jiyana ekonomîk û civakî de heta qonaxa çînîbûn, bajarbûn û dewletbûnê bi roleke diyarker rabû.
b- Şêweyê aboriyê yê bi pêvajoya şaristaniya bi pêkhatina çîn-bajar-dewletê dest pê kir û ev kulmoza hêzê ya em dikarin weke rahib-qral-fermandar muşexes bikin jêre dewlet tê gotin. Eskerî-siyaset-dîn weke sazî di zikhev de desthilatdariyê pêk tîne. Yek ji xisleta bingehîn a vê sîstema hêzê ew e ku aboriya xwe bi şêweyê kominîzma dewletê bi rêxistin kiriye. Min hînê nedîtibû Max Weber bi kar aniye, min jî ji vî şêwazê aboriyê re ‘sosyalîzma firewn’ digot. Aboriya dayiktiyê di nava aboriya eşîrî-feodal û baviktiyê de bi awayekî bermahî hebûna xwe dewam dike. Di sosyalîzma firewnan de mirov weke koleyên ji rêzê têne xebitandin. Mafekî wan heye ew jî tasek şorbe ye. Li dora perestgeh, qesr û avahiyan hînê jî bi hezaran kûzikên tasên şorbê peyda dibin û ev, a em behsê dikin piştrast dike.
Zor a bi şêweyê dewletê, li her qada digihîjê di warê aboriyê de çi bibîne li cem xwe heq dibîne ku talan bike. Talan şiklekî berdêla zorê tê dîtin. Zor tiştekî xwedayî û pîroz e. Çi bike heq e, û helal e. Nemaze navend Rojhilata Naverast şaristaniyên Hind û Çînê avahiya jor a siyasî yan jî kast, li cem xwe heq dibînin ku avahiya jêr bi her awayî di warê aboriyê de bi kar bînin û rêve bibin. Ji ber ku bazar û reqabet hînê çênebûne têgîneke karûbarê aboriyê bi maneya îro, îfade bike çênebûye. Herçiqas bazirganî hebe jî ev çalakî yek ji fonksiyona sereke ya di navbera dewletan de ye. Bazirganî hînê taybetî nebûye. Yekdestdariya dewletê di heman demê de yekdestdariya bazirganiyê ye. Bajarên bazarê pirr kêm caran li herêmên tampon ên dewletan, ew jî car caran, çêdibin. Ew jî di demeke kin de vediguherin dewletên bajêr. Ji ber ku di vê pêvajoyê de bazirganî bi karwanan tê kirin, şêlandinên ‘Çil Heramiyan’, ‘Korsan’ û ‘Cerdevanan’ piştî ‘zilamê xurt’ herî kêm bi qasî dizî û şêlandina dewletê hene.
c- Di dema şaristaniya Grek-Roma de em dibînin ku bajar, bazar û bazirganiya xweser pirr zêde û belav in. Babîl û despotîzma Asûrê ku mîrateya Ûrûk û Ûrê wergirt, bi vekirina nûneriyên bazirganiyê belkî jî cara pêşî di warê aboriyê de ji bo şaristaniyê gaveke kêrhatî avêt. Li vir têgînên bazar-karûm-kar ketine zikhev. Jixwe dîroka koloniyên bazirganiyê diçe heta bi Ûrûkê û beriya wê. Pêkhatina bazarê û zêdebûna guhertinê, dike ku dewleta Asûr weke împaratoriya pêşî ya bi heybet derkeve ser dika dîrokê. Ya rastî împaratorî bersivê didin ewlehiya ji bo aboriyê pêdivî pê heye. Li cem Asûran ji ber ku stûna sereke ya aboriyê bazirganî ye, bazirganî û karûm rêxistineke siyasî ya bi şêweyê împaratoriyê ferz dikin. Dîrok ji me re wexta behsa împaratoriya Asûrê dike wê weke împaratoriya herî xedar û despot bi nav dike. Ji ber ku Asûr di warê yekdestdariya bazirganiyê de pêşnûmeyeke kapîtalîzmê ye. Li cem Asûran avahiya jor a kapîtalîzma bazirganî-yekdestdariya bi xwe re rêveberiya herî xedar a împaratoriyê aniye.
Erka siyasî ya Grek-Romayê, li mîrateya ji Asûran girtibû mîrateya ji Fenîkeyan mayî jî zêde kir û bi vî awayî bi jor-avahiyeke siyasî binesaziyeke ekonomîk pêkanîn. Bihevguhertina mal zêde bûye, bi sînor be jî bajarên xweser, bazar, bazirganî û reqabet êdî li ser kar in. Em bajarvaniyekê dibînin ku êdî bi gund re di weznekê de ye. Gund êdî bi armanca guhertinê ji bo bajaran berhemê zêde hildiberînin. Bazirganiya berhemên tevnê, maden, qût û zad pêş ketiye. Nexasim ji bo vê yekê, ji Çînê heta Okyonûsa Atlasê rê hatine vekirin. Erka siyasî ya li Îranê bi bazirganiya rojhilat-rojava vediguhere împaratoriyeke bazirganiyê ya mayînde. Bi qasî ku Grek û Romayê bixin bin hegemonyayê ew tengav kirine. Li pêşiya tevgerên dagirkirina rojava ji aliyê qewmên Çîn, Hind û Asya Navîn û erkên wan ên siyasî Îran benda sereke ye. Ji bo Rojava jî Rojhilat dagir neke, dîsa bi rola bendê radibe. Lê Skender û yên piştî wî tên, di demeke kin de salên 330-250 B.Z. vê bendê xira dikin û deriyên bendavê vedikin.
Şaristaniya Greko-Roma li mekanekî ye ku em mînakên pêşî yên aboriya kapîtalîst temsîl dikin, lê dibînin. Asta xweser a bajaran, li bazarê guhertin û destnîşankirina buhayan, û hebûna bazirganên mezin êdî nîşan dide ku hebûna kapîtalîzmê hatiye ber derî. Çi hêza gundan a li hemberî bajêr, çi jî rêxistiniya împaratoriyê (xwe dispêre aboriya gundan), nahêlin ku kapîtalîst bibin sîstema serdest a civakî. Kapîtalîst bi pirranî weke bazirganên mezin dimînin. Destwerdana wan a hilberîn û îndustriyê gelekî bi sînor e. Her weha ji aliyê erka siyasî ve timûtim tê astengkirin. Koletiya bi efendiyê xwe ve girêdayî hînê gelekî xurt e, ji lewra şensê hêza kar a serbest bi qasî tine be, hindik e. Jin weke cariye, mêr jî bi tevahî bedena xwe weke kole têne kirîn û firotin. Hemin hêza bi tenê ya diyarker a aboriya kole, şîddet e. Hebûna koleyan bi tenê weke nirxekî ekonomîk weke têkiliya şîddet-ekonomî (ekonomiya xwe dispêre desteserkirina berhemê zêde) bi qasî neyê nîqaşkirin eşkere heye. Di sîstema Serdema Destpêkê ya Çîn û Hindê de ji damezrandina kasta siyasî û eskerî heta mêtingeriya kapîtalîst civaka li jêr weke kargeheke aboriyê hatiye dîtin û xebitandin û ev yek weke wezîfeyeke xwe ya bingehîn a rêveberî û heqekî xwe yê xwezayî hesibandine, ya rastî weke mafekî xwe yê xwedayî dîtine.
Ekonomî weke gotin, a Serdema Kevin a cîhana Grek-Helen e. Weke qanûna malê tê şîrovekirin, ev yek hem têkiliya wê ya bi jinê re destnîşan dike, hem jî rêûresma erka siyasî eşkere nîşan dide. Ew di ser ekonomiyê re mîna rola yekdestdariyê ya di serdema kapîtalîzmê de bi rola yekdestdariya siyasî radibin. Ez divê vê xusûsê bi girîngî bînim ziman ku di navbera yekdestdariya siyasî û yekdestdariya ekonomîk de têkiliya bi hev re ya dualî-pirralî (correlation) şidandî heye, û yek hewcedariya bi ya din ferz dike. Hêza siyasî ya Roma û Atînayê ji ber ku gelekî mezin e, bi awayekî paradoksî li kapîtalîzmê girtî ye. Li aliyê din, ji ber ku li hemberî gund piçûk e, hêza wê têra ekonomiyeke bajêr nake. Ev dema şaristaniyê tevî ku kapîtalîstan nas dike jî hînê di wê rewşê de nîne ku rê bide pêşketina wê ya bi pergal û sîstem.
d- Di şaristaniya Îslamê ya Serdema Navîn de bazirganî bi roleke mezin radibe. Dînê Îslamê û Hz. Muhammed ji aliyê aborî ve têra xwe têkildarî bazirganiyê ne. Arîstokrasiya ereb a di navbera Împaratoriyên Bîzans û Sasanî de tengav bûye, ji aliyê bazirganiyê ve pêş dikeve û di derketina Îslamê de jî ev sedema bingehîn a aborî û civakî heye. Jixwe tê zanîn ku Îslam bi derketina xwe re şûr weke esas dibîne. Serdestiya li ser pere û bazirganiyê ya Suryaniyên ji ber Asûr û Cihûyan mayî nakokiya wan bi Ereban re eşkere nîşan dide. Jixwe rê nade ku du hêzên yekdestdar Bîzans û Sasanî bêhna xwe bidin. Di vê qonaxa dîrokî û mekanê qedîm de têkiliya di navbera zor û ekonomiyê de balkêş dibe. Serdema Navîn weke serdema Îslamê ye. Ji bo bazirganiyê bi qasî ku pêdivî bi şêwazê împaratoriyê heye, haya wê jê heye ku ji ber heman sedeman pêşiya wê tê astengkirin. Ji bo sermaya bazirganiyê veneguhere şêwazê hilberîna kapîtalîst timî wê asteng dike. Di bin kontroleke şidandî ya exlaq, dîn û tevna civakî de ye. Serbestiya bi sînor a li bajaran bi dest xistiye venaguherîne hêza siyasî. Tevî tevneke mezin a bajar û bazaran û mezinbûna bajaran, di wê hêzê de nîne ku ji bajarên Îtalyayê bibihure. Pirsgirêk ji sedî sed teknolojîk nîne; sedema wê yekdestdariya dînî û siyasî ye. Gelek caran bazirgan tê musaderekirin ango bi qanûnan malê wî tê desteserkirin ku ev jî ji sîstemê ye. Ji Îslamiyetê kaptîalîzm peyde nabe û mirov dikare vê yekê ji qenciya wê bihesibîne. Hînê jî li dijî kapîtalîzmê astengeke ciddî ye û eger mirov ji aliyê erênî ve li meseleyê binêre dikare di projeyên azadiyê yên civakî de gelekî bi kêr bê. Ji ber ku têgihiştinên Îslamê yên mîna enternasyonalîzm qewm û ummetê, dijberiya wê ya faîzê, alîkariya bi xizanan re û xusûsên wekî van aliyê wê yên kêrhatî ne. Lê divê mirov baş bibîne ku îslama radîkal a heyî di himbêza xwe de neo-Îslameke kapîtalîst a milletperestiya ekonomîk û rastgir dihewîne.
Emewiyên Endulus, bi pêşengiya Ereb û Berberiyan, çanda şaristaniya Îslamê derbasî Ewrûpayê kirin. Bazirganên bajêr ên Îtalî jî ekonomî-bazirganî barkirin û derbaskirin. Bi tenê bi sînor be jî, Osmaniyan jî yekdestdariya siyasî derbasî Ewrûpayê kiriye. Bandora wan li ser hêzên dînî û siyasî yên Ewrûpayê bûye ku ji bo li dijî Osmaniyan bi ser bikevin xwe bêtir bi kapîtalîzmê girtine. Eger Osmanî nebûna belkî jî yekdestdariya siyasî û dînî ya Ewrûpayê evçend neçarî rêxistiniya eskerî, siyasî û ekonomîk a kapîtalîzmê nebûna. Em careke din dibînin ku hêz hêzê derdixe holê û ew jî lêgerîna li şêweyên ekonomîk bi lez dike.
Li Ewrûpayê di derketina kapîtalîzmê de rola Rojhilata Naverast a diyarker bi Xiristiyantiyê re têkildar e. Ez niha qîma xwe pê tînim ku bibêjim ez ê vê mijarê di Sosyolojiya Azadiyê de bi firehî bigirim dest û berhema Max Weber a bi navê Kapîtalîzm û Exlaqê Protestaniyê bi bîr dixim. Li vê jî mirov dikare zêde bike û bibêje; Rojhilata Naverast heta sedsala 10’an diyarkirina exlaqê Ewrûpayê temam kiriye, di derketina feodalîzma Ewrûpayê de hem ji aliyê siyasî û dînî ve bi roleke bingehîn rabûye û di Şerê Xaçperestan de careke din Rojhilata Naverast barkirin Ewrûpayê. Bi tevahî xusûsên me destnîşankirî xisletên diyarker ên bivê nevê ne.
Wexta em vê vegotina xwe ya xulase der barê dîrok û civakê de bi vegotina xwe ya der barê sedsala 16. de bikin yek, em ê bandora li ser derketina erka siyasî û kapîtalîzmê baştir fêhm bikin. Bi hêsayî mirov dikare bibêje ku carnan dereng dixe, asteng dike, carnan jî bi lez dike û heta dike ku ber û dol bigire. Di sîstema kapîtalîst de herî zêde yekdestdariya dewletê nêzî yekdestdariya kapîtalîst dibe ango yekdestdariya dewletê = yekdestdariya kapîtalîst.
Mirov ji çend aliyan ve bi kurtî be jî behsa têkiliya huqûqê bi sîstema nû re bike wê baş be. Bi giştî kengî têkiliyên bazirganî, bazar û bajêr pêşketin huqûq xwe weke saziyekê ferz dike. Di civakekê de kengî huqûq bikeve dewreyê, di wê civakê de exlaq dejenere bûye, rola zorê zêde dibe û rê li kaosê vedike, her weha pirsgirêka newekheviyê gelekî xwe dide der û xuya dike. Ji ber ku pirsgirêkên mezin ên exlaq û wekheviyê li bajaran li dora çîn û bazarê çêdibin di nîzamê dewletê de huqûq bivênevê xwe ferz dike. Bêyî huqûqê rêvebirina dewletê bê îmkan nebe jî gelekî zehmet dibe. Mirov dikare huqûqê wiha bi nav bike; hêza çalakiya siyasî ya dewletê mayînde, bi pîvan û bi sazî dike. Bi awayekî din mirov dikare bibêje; dewleta aram, sakin û camid îfade dike. Yek ji wan saziyan e ku herî zêde têkiliya xwe bi dewletê re heye. Têkiliya dewlet û bazirganiyê heta bi kapîtalîstbûyînê her pêş de çûye, grîft bûye û dewam kiriye. Ji civaka Babîlan heta Romayê metnên qanûnî yên em dikarin ji wan re huqûq bibêjin hatine amadekirin. Bi giranî ev metn li ser jidestdana mal û can hatine amadekirin. Armanca huqûqê hem kêmkirin û hêsankirina pirsgirêkên siyasetê ye, carnan jî berevajî rê li pirrkirina pirsgirêkên wê vedike. Wezîfeya huqûqê weke ku tê yeqînkirin, bi awayekî wekhev nêzîkbûna her welatiyê xwe nîne, berevajî hewl dide newekheviyên heyî bîne astekê ku rewa bêne qebûlkirin û kes nikaribe destê xwe bide wan. Bi kurtî, mirov huqûqê weke rêxistinkirina yekdestdariya erka siyasî bi awayekî mayînde bi nav bike, wê ev bibe şîroveyeke nêzî rastiyê.
Têkiliya xwe bi exlaq re gelekî girîng e. Exlaq mîna çîmentoyê civakekê ye. Civak tineye ku exlaqê xwe tinebe. Exlaq prensîba pêşî ya rêxistiniya civaka mirov e. Fonksiyana wê ya esasî ew e, ka mejiyê analîtîk û mejiyê hisî wê ji bo başiya civakê çawa bêne bikaranîn û çawa bibin helwest, rêzik û pîvan. Li hemberî tevahiya civakê bi awayekî wekhev tevdigere, lê rola cudahiyan û mafê wan li ber çav digire. Di destpêkê de wicdanê kolektîf ê civakê temsîl dike. Kengî erka siyasî û hiyerarşî xwe weke dewlet bi sazî dikin, civaka exlaqî derba pêşî dixwe. Dabeşbûna çînî bingehê dabeşbûna exlaqî amade dike. Pirsgirêka exlaqî bi vî awayî destpê dike. Elîta siyasî vê pirsgirêkê bi huqûqê dixwaze çareser bike, lê rahib zêdetir hûrûkûr bi ser mijarê de diçin û dixwazin rêyekê bibînin. Ji vî alî ve dîn û huqûq, exlaq weke çavkanî qebûl dikin. Çawa ku siyaset ji hêza siyasî ya mayînde, bi pîvan û mekanîzmayên bi sazî huqûqê pêk tîne, damezrînerên dîn jî bi heman fonksiyonê radibin û bi avakirineke din a bi sazî, bi pîvan û mayînde ya çavkaniya xwe exlaq ango bi dîn dixwazin krîza exlaqî çareser bikin. Di nava wan de cudahiyek heye, ew jî ew e ku hêza huqêqê ya bide kirin heye, dîn ne xwediyê vî wesfî ye, li şûna wê tirsa xwedê û wicdan esas digire.
Exlaq ji ber ku bi qabîliyeta hilbijartinê ya mirov re têkildar e, pêwendiya wê ji nêz ve bi azadiyê re heye. Exlaq azadiyê hewce dike. Ya esas, civakeke bi exlaq azadiya xwe diyar dike. Ji lewra ya azadiya xwe nebe exlaqê xwe jî nabe. Rêya herî hêsan a têkbirina civakekê ew e ku têkiliya wê bi exlaq re were qutkirin. Kêmkirina bandora dîn, bi qasî ya exlaq rê li ber têkçûna civakê venake. Îdeolojiyên bûne mîna dîn ên curbicur, felsefeyên polîtîk û jiyanên ekonomîk dikarin valahiya çêbibe dagirin. Valatiya cihê ji ber exlaq mayî, mehkûmiyet û bêparbûna ji azadiyê bi tenê dikarin dagirin. Teoriya exlaq, etîk an jî exlaqiyet, weke pirsgirêkeke bingehîn a felsefî wezîfeya wê ye hebûna exlaq ê mirov zêdetir lê digerin, divê lêbikole û jinûve bigihîne rola wê ya rastî û bingehîn. Bi qasî ku fonksiyona rast a exlaq were destnîşankirin, heta bibe prensîbeke jiyanê ya bingehîn wê girîngiya xwe weke pirsekê di nava civakê de dewam bike û biparêze.
Em wexta behsa ekonomiya kapîtalîst bikin, ev bi navkirinên kurt ên der barê exlaq û huqûqê de têkildarî desthilatdariya siyasî gelekî girîng dibin. Dîn û exlaq, heta huqûqa feodal hinekî neyê dejenerekirin û hin caran neyê şikandin, ekonomiya kapîtalîst di nava civakê de nikare cih bigire. Em li vir çîna jor a berê ya dînî û exlaqê wê naparêzin. Ya em dibêjin ew e ku dînên mezin, rêrûresm û doktrînên exlaqî yên mezin, gelekî zehmet e ku têkiliya sîstemeke mîna kapîtalîzmê bi pîvanên xwe re deynin. Hêza siyasî jî di van mijaran de xwedî bandoreke bi sînor e. Hilweşandina dîn û exlaq dawiyê li erka siyasî jî tîne.
Di sedsala 16. de ev guftûgoyên der barê reformasyon, huqûq û felsefeya exlaq de eşkere ye ku der barê derketina kapîtalîzmê de ne. Ji ber ku me şerên siyasî û rewşa hêzê bi kurtî bi nav kir, ez ê xwe ji dubarekirinê dûr bigirim.
Reformasyona Protestaniyê û pêre guftûgoyên rê li ber vekir û encama şerên qewimîn, ji bandorên sereke ne ku çarenûsa Serdema Nû ya Ewrûpayê diyar kirin. Li gorî min wexta Max Weber rola exlaqê Protestaniyê nirxandiye, xala herî girîng îhmal kiriye. Protestaniyê derketina kapîtalîzmê hêsan kiriye. Lê bi giştî dîn û exlaq, bi taybetî jî derbeke mezin li Katolîkiyê daye. Ji tevahiya gunehên kapîtalîzmê Protestanî jî têra xwe berpirsiyar e. Ez li ser navê parastina dîn û Katolîkiyê nabêjim; ez îdîa dikim ku civak bê parastin hiştiye. Li ku derê Protestanî mezin bûye, li wê derê kapîtalîzm jî gelekî pêş ketiye. Bi awayekî bi rola Hespê Trûva yê kapîtalîzmê rabûye.
Li hemberî rewşên neyînî yên reformasyona Protestaniyê rê lê vekir û Levîathanê nû yê afirand, hin fikirkarên serdemê, cara pêşî ji dil hişyar kirin. Ji van fikarkaran yek Nietzsche ye ku mirov dikare wî weke pêşengê van fikarkarên li dijî modernîteya kapîtalîst xwedî helwest bibîne. Fikarkarên em behsa wan dikin, girîngiya xwe weke antî-kapîtalîst, lêgerînerên ferdê azad û civaka azad di roja me ya îro de jî dewam dikin.
Hobbes û Grotius ên serkeşiya guftûgoyên li ser huqûqê kirin, ji bo rê li Levîathanê nû (dewleta kapîtalîst) vekin huqûq ji nû ve teorîze kirin. Yekdestdariya li ser tevahiya şîddetê dan destê dewletê û bi vê civak ji çekan kirin. Encam, bi qasî ku di ti dema dîrokê de nehatiye dîtin hêza dewleta netewe ya navendî xwe gihandiye faşîzmê. Pîvana serweriya nayê parvekirin, teoriyek e ku ji bilî dewletê bi tevahî hêzên civakî ji erkan dike. Li hemberî cinawirê kapîtalîst bi awayekî di dîrokê de hîç nehatiye dîtin civak ji amûrên xweparastinê hatine kirin. Van herdu fikarkaran îlan kir ku mirov gurê mirov e, tevî vê yekê jî rewşa yekdestdariyê ya monarkan mizgîn kirin û bi vê jî ji tevahiya bereyan rê li pêşiya yekdestdariya kapîtalîst vekirin. Eger em dubare bikin em ê bibêjin; yekdestdariya siyasî = yekdestdariya aborî ye. Machiavelli yek ji fikirkarê sedsala 16’an e ku bêyî xwe veşêre û rûyê wî biêşe, dibêje û destûrê dide ku ji bo serketina siyasî hewcedarî bi ti pîvana exlaqî nîne. Bi vî awayî prensîbeke xwe bigihîne faşîzmê beriya bi sedsalan aniye ziman.
Ji bo şaş neyê fêhmkirin dibêjim; divê were zanîn ku ez bi tevahî hewldanên reformasyonê gunehbar û rexne nakim. Ez dibêjim; divê reformasyona dîn ne tenê çend caran divê gelek caran were kirin. Nexasim bi salan e ez dibêjim; ji reformasyona Xiristiyantiyê hûrûkûrtir hewcedarî bi reformasyoneke Îslamî ya dewamî heye. Eşkere ye ku ji bo hewldaneke bi vî rengî hewcedarî bi kesayet û kapasîteyê heye. Lê ji bo li dawîhiştina despotîzma Rojhilata Naverast ev wezîfeyeke ferz e. Di xebata xwe ya bi navê ‘Konfederasyona Demokratîk a Rojhilata Naverast’ de ku weke cildeke cihê difikirim, ez ê hewl bidim mijarên bi vî rengî û gelek mijarên din guftûgo bikim.
Ne karê van çend rêzan e ku behsa tevgerên Ronesans û Rohnîbûnê bikin. Ji ber ku ev tevgerên sedsalên cihê ne. Eger têkiliya wan bi kapîtalîzmê re were danîn jî ev têkilî yekser nîne. Her weha rast nîne ku mirov her tiştî giştî bibîne. Di nava wan de bi qasî ku yên li ber kapîtalîzmê rabûne, yên xwestine pêşî û rê lê bigirin jî hene. Kapîtalîst dijberên xwe bi hêza peran asîmîle dikin û ev xusûs tê fêhmkirin. Çawa ku desthilatdarî dixwaze wan bi xwe ve girê bide. Lê demên em behsa wan dikin bi fîlozof, reformator (Brûno, Erasmûs), Utopyager û Kominkarên mezin ên dikarin şewitandina xwe jî li ber çav bigirin di xizmeta tevahiya mirovatiyê de ne. Ez dubare bînim ziman ku di serdema Ronesans, Reformasyon û Rohnîbûnê de bi tevahî şaristanî rabûn ser piyan. Ji nû ve vejiyan. Xwe anîn ziman, kirin wêne û awaz; bûn xweda, bûn evd; şer kirin, li hev hatin; bi ser ketin, têkçûn. Lê belê di encamê de hêmanên kapîtalîstî yên bi sedsalan di hinav û telşên civakê de bi awayekî marjînal ketibûn kemînê, di tevlîheviya van sedsalên mehşerî de weke xwediyê hêza maddî û rêxistina amade, naverast bi xebatên xwe yên zêhniyet, şîddet û pereyan îstîsmar û asîmîle kirin û kengî hewce dîtin kirin bin serweriya xwe û bi vî awayî sîstema kapîtalîst bi serketinê tacîdar kirin. Heta roja me ya îro jî vê meşa xwe ya serketinê dewam dikin.
(SIBÊ DEWAM DIKE)