Ciwanên enternasyonal ji bo destek dayîna çalakiya mertalên zindî ku bi pêşengtiya ciwanên welatparêz yên Başûrê Kurdistanê hata li darxistin berê xwe dan Qendîlê.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên enternayonal ên ku bi mebesta piştgiriyê li çalakiyê bikin hatibûn Silêmanî îro ber bi Qendîlê ve dest bi meşê kirin.
Beriya ku ber bi Qendîlê ve bi rê bikevin, endamê Tevgera Ciwanên Welatparêz Wilyam Berzencî got: “Li Başûrê Kurdistanê, li gel ciwanên enternayonal em ê serdana çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê bikin. Divê em hemû bi hev re li dijî êrîşên dagirker rawestin. Divê em xeyalên Tirkiyê ya dagirkirina Başûr pûç bikin û em hemû bi hev re divê li dij vê rawestin.”
Beriya bi çend rojan şêniyên Ranya, Qeladizê û şêniyên Rojava ku li Başûr dijîn, siyasetmedar, pêşmergeyên dêrîn û gelek kes çûbûne herêma Qendîlê û êrîşên dagirker protesto kiribûn.